Ekran ziyanê dide kapasîteya zekayê ya zarokan

Li gorî lêkolînekê ku di kovara Ingilîz Lancet Chîld and Adolescentê de weşiyayî kapasîteya ahenga zanînî ya zarokên ku rojê ji 2 saetan li ber ekranê dimînin, li gorî zarokên kêmtir li ber ekranê dimînin, xirabtir e.

Li gorî lêkolînan zarok, rojê bi qasî 3.6 saetan li ber ekranê dimînin. Derdorên zana û tenduristiyê dibêjin zarok rojê ji 2 saetan kêmtir divê li ber telefonên destan, kompîtir û li ber ekranê televizyonê bimînin, 9-11 saetan divê razin û bi kemanî saetekê tevgerên fizîkî bikin.

Di nav zarokan de ku tevlî lêkolînê bûyî ji 20 zarokên Amerîkî tenê yek jê (5 ji sedî) hemû pêşniyarî nîşan kir. Ji her sê zarokan yek jê (29 ji 100’î) ev vebijêrk nîşan nekir: têrxewî, li ber ekranê kêm wext derbas kirin û tevgera fizîkî.

Ji zarokan tenê nîvî ji wan têr radizin, 37 ji 100’î ji wan rojê kemî 2 saetan li ber ekrane dimînin û 18 ji 100’î rojê saetekê tevgerên fizîkî dike.

Ji Enstîtûya CHEO ya Kanadayê Dr. Jeremy Wals got, ‘’Me dît dema ku zarok ji 2 saetan zêdetir li ber ekranê dimînin geşbûna wan a zanînî qels dibe’’. Wals teşwîq dike ku hekimên zarokan, malbat, perwerdekar û biryarar dema zarokan a li ber ekranê kêm bikin û xewê bidin pêş.