Ekolojîsta Swêdî ya 16 salî ji bo Nobelê hate pêşniyarkirin!

Keçika Swêdî ya 16 salî ya ku ji bo avhewayê li dibistanan pêşengiya grevê dike Greta Thunberg, ji bo xelatiya Nobelê ya sala 2019'an hate pêşniyarkirin.

Xwezaparêza 16 salî Greta Thunberg, ji hêla 3 wekîlan ve ji bo xelatiya Nobelê hate pêşniyarkirin. 

Wekîlê Norwecî Freddy André Øvstegård ê ku Greta Thunberg pêşniyar kir, ji ajansa AFP’yê re axivî û got, "Me Greta Thunberg pêşniyar kir, lewre heke tevdîr neyên girtin wê germa global demên bê bibe bingehê şer, alozî û qeyranên paşerojê."

Wekîlê Norwecî got, "Greta Thunbergê, tevgereke girseyî û civakî ku li ser hîmê aştiyê da destpêkirin."

Keçika Swêdî Greta Thunberg, bûbû sembola çalakiyên li dijî germahiya global. Thunbergê, bi taybetî vê Înê, bang li xwendekaran kiribû ku 'greva global' bikin. Di vê çarçovê de tê payîn ku li dehan welatan ciwan 15'ê Adarê dersan boykot bikin.

Thunberg, ji rojnameya Swêdê Aftonbladet re axivî û ji bo namzediya Nobelê got, "Bêguman ji bo min rûmetek e. Tişteke gelek baş e ku ez ji bo xelateke wiha mezin hatime pêşniyarkirin. Ev hem tişteke xweş e, hinekî jî balkêş e."