Egzoz ji texmînan zêdetir zerarê dide jiyanê

Li gorî lêkolîneke ku encamên wê di bernameya Report Maînz a qenala ARD a Elmanyayê de hatin weşandin, egzoza kêmî rêjeya azot dîoksît a ku li Ewropayê destûra belavkirina wê tê dayin, rê li ber nexweşiyên giran vedike.

Lêkolîn ji aliyê Daîreya Hawirdorê ya Federal (UBA) ve hate amadekirin. Li gorî lêkolînê, her sal zêdeyî 6 hezar kes li Elmanyayê ji ber nexweşiyên dil û reh ên ji ber belavkirina azot dîoksîtê rû didin, jiyana xwe ji dest didin.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku azot dîoksîta li bajaran bi giranî ji wesayitên xwedî motora dîzelê tê belavkirin û dema demeke dirêj ev gaz tê belavkirin rê li ber nexweşiyên ku dikare mirovan bikuje vedike.

Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku rêjeya belavkirina azotê ya ku Yekîtiya Ewropa destûra wê dide, di metrekupekê de 40 mîkrogram e û hat gotin, gava ku mirov demeke dirêj hewaya ku bi 10 mîkrogramî azot dîoksît li metrekupeke xwe heye hilm bike, ev dikare rê li ber nexweşiyan veke. Her wiha ev rewş dikare bibe sedem ku mirov zû bimirin.