Edhem Barzanî: Rojava dagir bikin, qonaxa duyemîn wê Başûr be

Endamê dîwana serokatiya Helepçe û Silêmaniyê yê PDK’ê Edhem Barzanî nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê da û diyar kir ku eger êrîşa dewleta Tirk Rojava dagir bike wê qonaxa duyemîn dagirkirina Başûrê Kurdistanê be.

Endamê dîwana serokatiya Helepçe û Silêmaniyê yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ji Dengê Amerîka re axivî.

Edhem Barzanî bal kişand ser metirsiya dagirkeriyê li dijî tevahiya Kurdan û got, “Ez weke Kurdekî li Başûrê Kurdistanê tirsa min ew e ku eger Tirkiye li Rojava serbikeve. Qonaxa duyemîn jî Başûrê Kurdistanê ye. Ji xwe beşek mezin axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, dema Tirkiye ev cihên Başûr dagirkirin, weke li Rojava bi tundî ev cih dagir nekirin. Bi awayek aram hate ev cihên Kurdistanê dagirkirin. Çiyayê Şekîf heta sînorê Rohilatê Kurdistanê ji sînorê Îranê heta Batofa û herêma Zaxo û Dihok’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin. Dema Başûr hate dagirkirin, weke îro li Rojava bertekên cîhanê tunebû. Li gorî min piştî ev êrîşa li ser Rojava bi serbikeve qonaxa duyemîn jî Başûr e.”