Ebû Adil: Li pişt êrîşên beriya niha 'Mertala Firatê' hebû

Têkilî êrîşa li Minbicê ya ku leşkerên Emerîkî û sivîl kirin hedefa xwe, Fermandare Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil bi bîr xist, "Di êrîşên beriya niha hemûyan de yên li Minbicê, komên bi ser Mertala Firatê yên Tirkiyê hebûn."

16'ê Çileyê li Minbicê êrîşeke bi ser leşkerên Emerîkî û sivîlan de çêbû. Di êrîşê de 4 leşkerên DYE'yê, yek peywirdarê ewlehiyê, 2 şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û 9 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş di demeke wiha de pêk hat, ku Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Yaşar Guler û hevtayê wî yê DYE'yê Joseph Dûnford li Biryargeha NATO'yê ya li Brukselê rûniştibûn. Li ser êrîşê em bi Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil re axivîn.

'LÊPIRSÎNÊ DEST PÊ KIR'

Ebû Adil diyar kir, beriya niha jî li Minbicê êrîşên bi vî rengî çêbûne lê ev cara pêşî ye ku leşkerên Emerîkî bûne hedef û got, ''Têkilî vê êrîşê ku ewlehî û aramiya bajarê me kiriye hedefa xwe lêpirsîn hate destpêkirin û li bajêr tevdîrên ewlehiyê hatin şidandin."

'LI PIŞT ÊRÎŞÊN HETA NIHA HEMÛYAN KOMÊN MERTALA FIRATÊ DERKETIN'

Adil bi domdarî got, li Minbicê heta niha gelek êrîş çêbûne û li pişt êrîşên heta niha hemûyan çeteyên 'Mertala Firatê' yên bi ser Tirkiyeyê ve derketine û domand, "DAÎŞ'ê ev êrîş anî ser xwe. Lê beriya niha jî êrîş bûbûn û dîsa wan ev anîbû ser xwe, piraniya kesên ku piştî êrîşan hatin desteserkirin li xwe mikur hatin ku ew bi ser komên Mertala Firatê ve ne. Gelek kes hatin destgîrkirin. Ev kes hucreyên veşartî ne û li gor vê tevdigerin. Ji xwe ev bi raya giştî re hate parvekirin. Piraniya van hucreyên veşartî yên Mertalê Firatê bûn. Li pişt êrîşên li Minbicê yên beriya niha hemûyan komên 'Mertala Firatê' yên bi ser MÎT'a Tirk ve derketin."

'TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME'

Adil diyar kir encamên lêpirsîna li ser êrîşên li bajêr, belgeyên wan hatine girêdan, tevdîrên ewlehiyê yên li bajêr şidandine û ew ê nehêlin ku aramiya herêmê were têkdan. Adil got, "Li ser vê babetê li ser encamên lêpirsînê belge hatine girêdan. Ji niha û pê de jî wê têkoşîna me ya li dijî van koman û DAÎŞ'ê bidome. Minbic bajarekî wiha ye ku aramî lê serdest e. Lê komên Mertala Firatê ji bo vê aramiyê têk bibin hewl didin ku tevlîheviyê çêbikin. Têkoşîna me ya li dijî van bi rengekî derasayî wê bidome."

DEMA PÊKHATINA ÊRÎŞÊ

Bi vê êrîşê re yekemcar leşkerên DYE'yî yên li Sûriyeyê bûn hedef. Balkêş e ku ev êrîş di demeke welê de pêk hat, ku Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Orgeneral Yaşar Guler û Serokê Fermandariya Giştî ya DYE'yê Joseph Dûnford li Brukselê di civîna 180. a Serokên Fermandariya Giştî ya Komîteya Leşkerî ya NATO'yê de bûn.

Tê zanîn, di qeydeke deng de ya 27'ê Adara 2014'an hate weşandin, di civîneke veşartî ya bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê wê demê Ahmet Davûtoglû, Musteşarê Wezareta Karên Derve yê wê demê Ferîdûn Sînîrlîoglû, Serokê Duyemîn ê Fermandariya Giştî Orgeneral Yaşar Guler û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re, ji bo destwerdana li Sûriyeyê provokasyon dihate plankirin.

Di civînê de, Fîdan ji bo afirandina hincetekê ji bo destwerdana li Sûriyeyê digot, "Ferandarê min, eger mesele hincet be, ez ê 4 zilaman bişînim aliyê din û bikim ku 8 fuzeyan biavêjin qadeke vala. Ev ne pirsgirêk e. Wê hincetek bikeve destê me." Guler jî digot ew tevlî vê nêrînê dibe.

LI PIŞT ÊRÎŞÊN DAWÎ MÎT HEYE

Ji Tebaxa 2016'an û vir ve ku dewleta Tirk Cerablûs dagir kiriye, dem bi dem li dijî sivîlan û hêzên xweparastinê yên Minbicê êrîş tên kirin. Temamiya van êrîşan jî ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve tên kirin. Ev demek e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistina bi navê 'Kiyam' ku ji aliyê MÎT'ê û DAÎŞ'ê ve bi hevkarî hatiye avakirin, sabotajan û sûîqestan dike.

Ev rêxistina ku "hucreyên razayî" car carna dixe nava liv û tevgerê, gelek endamên wê beriya niha li Minbicê, Kobanê, Reqayê, Girê Spî û herêmên cuda hatin girtin û li sûcên xwe mikur hatin. Piştî ku kişf bû ev rêxistin ji bo derxistina şerê navbera gelên herêmê tê bikaranîn, dewleta Tirk dewleta Tirk rêxistineke nû ya bi navê "Çûkûr" xiste dewrê. Hin ji endamên vê rêxistinê yên hatin girtin jî li têkiliya navbera wan û dewleta Tirk mikur hatibûn.