'Duh Ermenî hatin qirkirin, îro jî Kurd tên qirkirin'

Rojîn Hedad ku malbata wê ji Qirkirina Ermeniyan a 103 sal beriya niya rizgar bû û li Helebê bi cih bû, işaret bi dagirkirina Efrînê kir û got, heman gefa qirkirinê li Kurdan tê xwarin.

Beriya destpêkirina Şerê Yekemîn ê Cîhanê, dewleta Osmanî ku Cemiyeta Îttîhat û Terakkî serkêşî jê re dikir, roja 24'ê Nîsana 1915'an 240 rewşenbîr û lîderên Ermenî yên li Stenbolê girt û şand sirgûnê. Bi vê yekê re dest bi qirkirina Ermeniyan kir. Di vê dema qirkirinê de ku Ermenî navê "aghet" (afet) ya jî "medz yeghern" (kuştina mezin) lê dikin, li gorî qeydên dîrokî ji 700 hezar heta milyonek û 200 hezar welatiyên Ermenî hatin kuştin. Yên nekarîn bên kuştin jî ber bi Dêra Zor, Heleb, Reqa û bajarên din ên Bakurê Sûriyeyê ve hatin koçberkirin. Beşeke mezin a ji wan jî di dema rêwîtiya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk a ku li ser qirkirin û komkujiyan ava bûye, 103 sal in heman polîtîkayên xwe didomîne û ji ber ku hesab jê nehatiye pirsîn komkujiyên xwe dewam dike. Di salvegera Peymana Lozanê de, di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî gelê Kurd de bi pêvajoyeke nû ya qirkirinê kir û 3 sal in li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi vê armancê tevdigere.

'DÎROK DUBARE DIBE'

Yek ji malbatên ku berî 103 salan ji ber êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk koç kir, malbata Rojîn Hedad e ku li Helebê bi cih bû. Rojîn Hedad li taxa Şêx Meqsûdê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku qirkirina 103 sal beriya niha li gelê Ermenî hate kirin, niha li gelê Kurd tê kirin. Rojîn Hedad polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo sorkirina şerê Sûriyeyê û bi dagirkirina Efrînê re polîtîkayên qirkirina Kurdan bi bîr xist û got, "Komkujî û tehcîr di wê wextê de nema. Hê jî dîrok xwe dubare dike."

Rojîn Hedad li dêra Cebel Seydo ya li taxa Şêx Meqsûdê ji ajansa me re axivî. Beriya em pê re biaxivin, me zavayê hedad Ebû Meryem nas kir. Ebû Meryem derdora 50 salî ye û me li dêrên li bajêr digerîne. Ji aliyekî ve jî qala şerê 7 salan ê li Helebê û berxwedana Şêx Meqsûdê dike.

Dema ku em ji ber dêrekê derbas dibin Ebû Meryem xaçeke mezin a li ber derî nîşan dide û dibêje," Di dema êrîşa çeteyan de ev xaç kete xwarê, lê belê şervanên YPG/YPJ'ê piştî ku êrîşa çeteyan şikandin, xaç ji nû ve danîn şûna wê."

'ÇÎROKA YEK JI SED HEZARAN ERMENIYAN'

Em li dêrê bi Rojîn Hedad re diaxivin û ji bo çîroka koçberiyê ya malbata xwe dibêje, "Tenê yek ji çîroka bi sed hezaran Ermeniyan." Wiha dewam dike: "Malbata min ji ber êrîşên qirkirinê yên dewleta Osmanî ji Hatayê koçî Helebê kir. Çîroka me tenê yek ji sed hezaran Ermeniyan e. Li vir jî, li Helebê jî em li çar aliyan belav bûn. Em jî li Cebel Seydo man. Di dema qirkirina Ermeniyan de gelek malbatên Ermenî ji Antakyayê, Riha, Mêrdîn û deverên din koç kirin û hatin li Bakurê Sûriyeyê, li bakurê Helebê bi cih bûn."

'WÊ ROJÊ OSMANÎ BÛ, ÎRO JÎ ERDOGAN'

Rojîn Hedad dibêje, "Jiyana me timî bi koçberî û berxwedanê derbas bû. Li gorî gotinên mezinên me, di dema koçberiyê de gelek kes li paş man. Yên mayî ya hatin kuştin, ya êşkence li wan hate kirin, ya jî winda bûn". Hedad helwesta dewleta Tirk a 7 salên dawî ku şerê li Sûriyeyê sor dike weke "dubarebûna dîrokê" bi nav dike û wiha didomîne: "Komkujî û tehcîr tenê wê wextê nehat kirin. Hê jî dewam dike. Wê wextê Osmanî dikir, îro jî Erdogan heman tiştî dike. Bûyerên ku salên dawî hatine serê gelên Sûriyeyê gelo ne dubarebûna dîrokê ye?"

'DU RÊ LI BER ME BÛN'

Rojîn Hedad got, "Mezinên me digotin ku di dema tehcîrê de du rê li ber wan hebûn. Ya yekemîn tehcîr bû, ya duyemîn jî mirin. Yên hatin kuştin ji xwe hatin kuştin, yên mayî jî neçarî koçberiyê hatin hiştin. Hatin Helebê û bi demê re bi cih bûn. Ermenî, Misilman, Kurd, Ereb, Suryanî em bi xwişk û biratiyê dijîn. Em ji hev ne kêm in, ne jî zêde ne. Em bi hev re ne."

HEMAN KIRYAR LI DIJÎ KURDAN TÊ KIRIN

Rojîn Hedad bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û got, "Sala 1915'an çawa ku gelê Ermenî ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin û qirkirin, îro jî heman tişt li Kurdan tê kirin. Rewşa Efrînê mînaka vê yekê ye."

Rojîn Hedad destnîşan kir ku ji bilî hevgirtinê şensekî din ê gelan nîne û işaret bi berxwdana Şêx Meqsûdê kir: "Êrîşên giran li vê taxê bûn û me jî bi hev re êrîş şikandin. Em bi nêrîna xwe ya xwişk û biratiyê li ber çekên wan rabûn. Ji ber ku ev nêrîna me ji çekên wan xurtir bû."