Du sal in personelên tenduristiyê li Wanê nayên tayînkirin

Ji sala 2016'an ve personelên tenduristiyê û doktor ji bo Wanê nehatine tayinkirin. Beşek ji personelên heyî jî bi biryarnameyan ji wezîfeyê hatin dûrxistin an jî ji kar hatin avêtin.

Li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê, ji ber ku xizmeteke têrker a tenduristiyê nîne, bi hezaran her roj ji bo tedawiyê tên Wanê. Lê belê nexweşxaneyên li Wanê têra gelê Wanê nakin.

Li Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê û li nexweşxaneyên navçeyên Elbak, Erdîş û navçeyên din, doktor, personelên tenduristiyê û malzemeyên tibî kêm in. Li navçeyên Saray û Payîzavayê jî nexweşxane nîne. Li gel navçeyên Wanê, li Colemêrg, Gever, Bedlîs, Tetwan, Agirî, Patnos û Bazîê jî pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê hene, lewma neçar dimînin bên Wanê.

Li Zanîngeha Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê, bi taybetî li beşên welidîn, zarok û beşên din, ya qet doktor nîne, ya jî bi têrkerî nîne. Nexweşxane di kapasîteya 40-50'î de dixebite. Ji ber ku doktor lê kêm in û servîsên lezgîn têrê nakin, nexweş ji bajarên din re tên şandin. Wan, ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê, ji aliyê mirina pitik û zarokan ve di rêzên destpêkê de ye.

Li nexweşxaneyên Wanê, girtiyên bi nexweşiyên giran jî neçar dimînin ku bi mehan li benda randevûyê bisekinin. Ji sala 2016'an û vir ve ji bo Wanê ti personelên tenduristiyê û doktor nehatine tayînkirin. Personelên heyî jî bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin, ya jî ji kar hatin avêtin. Li du nexweşxaneyên mezin ên li Wanê divê 6 hezar personel hebin, lê tenê 2 hezar û 853 personel hene.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku AKP'ê ji xwe re kiriye cihekî jêxwarinê û di her hilbijartinê de digire û vedike, hema bêjin li hemû beşan hejmara doktoran kêm e. Balkêş e ku li Nexweşxaneya Erdîşê bi têrkerî ambûlans jî nîne.