Dokûmantera 'Dil Leyla' li festîvala Nancy xelat wergirt

Dokûmantera bi navê "Dil Leyla" ya li ser jiyana Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, li Festîvala Fîlman a Nancy hêjayî xelatê hate dîtin.

Di festîvalê de 11 dokûmanter ji fînalê re man. Ji nava wan jî dokûmantera 'Dil Leyla' bû yekemîn. Serokê Jûriyê Manûel Sanchez li ser dokûmanterê axivî û got, "Qala jinekê dike ku li dijî dîktatorî û zextê di nava şert û mercên giran û polîtîk de ji bo azadiyê têdikoşe, ji cih û warê xwe hatiye dûrxistin û ji bo welatê xwe hewl dide."

Sanchez diyar kir, têkoşîna azadiyê ya li dijî zordariyê mijareke aktûel e û kedkarên sînemayê nabe ku vê têkoşînê ji nedîtî ve bên. Sanchez got, "Ev têkoşîn têkoşîn her kesî ye."

Sanchez da xuyakirin ku wê hewl bidin dokûmantera 'Dil Leyla' li deverên din jî nîşan bidin û got, "Gelekî li ber dikevim ku dîktatorên mîna Erdogan dikarin li Ewropayê biaxivin. Û Fransa jî dikeve vê xefikê."