DMME wê serîlêdana ji bo Ocalan nîqaş bike

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) piştî êrîşa fizîkî û gefa kuştinê ya li ser Ocalan a 10 sal berê nîqaş bike. DMME ew ê di 27’ê Îlonê de serlêdanê nîqaş bike.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve sala 20’an û ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tu agahî ji Ocalan nayê stendin. Fikarên ji bo tendirustî û ewlehiya wî zêde dibe. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) diyar kir ku wan serlêdana parêzerên Ocalan a di sala 2008’an de xistine rojeva xwe. Ew ê DMME di 27’ê Îlonê de serlêdanê nîqaş bike.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN FIZÎKÎ

Di sala 2008’an de li ser Ocalan êrîşa fizîkî hatibû kirin. Di Tîrmeha 2008’an de bi darê zorê porê Ocalan hatibû qusandin. Wan deman ji bo protestokirina vê êrîşê, bi hezaran kesan porê xwe qusandibûn. Girtiyên PKK’yî û PJAK’î jî diyar kiribûn ku ji bo protestokirina vê êrîşê, ew ê jî porê xwe biqusînin.

Di Cotmeha 2008’an de jî bi hinceta ku ew ê li hucreyê bigerin, gardiyanan êrîşî Ocalan kiribûn û gefa kuştinê li wî xwaribûn. Di 16’ê Cotmeha 2008’an de parêzerên wî ew êrîş ji raya giştî re eşkere kiribûn. Bi hezaran kesan li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Wan, Îdir, Mêrsîn, Edene, Antalya, Îzmîr û Stenbolê ev êrîş protesto kiribûn.

PARÊZERAN DOZ BIRIN DMME’YÊ

Piştî ku parêzerên Ocalan ev êrîş ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û ya Mûdanyayê re ragihandin û doz vekirin, hemû serlêdan bêencam ma. Piştî bêencambûnê parêzeran di 2’ê Adara 2010’an de doz birin ji DMME’yê re.

Ji demeke dirêj e ku şîrove tên kirin ku DMME li gorî berjewendiyên siyasî yên welatan tevdigere. Welatên Ewrûpayê û DMME ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve naxwazin tecrîda li Îmraliyê bibînin. Biryara DMME’yê ya di 27’ê Îlonê de wê diyar bike bê ka hiqûqa Ewrûpayê ew ê bispêre mafên mirovan yan jî ew ê xwe bispêre hiqûqa dewletan.

JÊDERK:YENÎ OZGUR POLÎTÎKA