'Divê DMME tavilê biryarê li ser doza Heskîfê bide'

Prof. Dr. Ahûnbay ku demeke dirêj e ji bo Heskîfê têdikoşe xwest, doza li DMME ya li ser Heskîfê, bi rengekî ku pêşî li Bendava Ilisûyê bigire, tavilê bê qedandin​.

Projeya Bendava Ilisûyê, ku weke beşek ji projeya GAP'ê di salên 1950'î de kete rojevê û di sala 1997'an de bi rêya biryarnameyekê xebatên avakirina wê ji nû ve dest pê kirin, tevî nerazîbûnên civakî jî bi cih tê anîn. Ji ber înşaeta bendavê, ku di serdema AKP'ê de hate zêdekirin, yek ji berhemên girîng ên li Heskîfê; Tirba Zeynel Beg di nava meha Gulanê de ji şûna xwe hate rakirin.

Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî qediyan, parêzer Mûrat Cano, doza li dijî projeya binavkirina Heskîfê di sala 2006'an de bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME bi nivîsa xwe ya 19'ê Mijdara 2015'an re ragihand, ku biryar dane vê dozê weke doza sereke ya zû bê nirxandin. Parêzer Cano ragihand, hiştina Heskîfê di nava avê de, 'îşkenceya çandî' ye û ji DMME xwest, vê dozê di çarçoveya 'mafên mirovan' de bi nirxîne. Yek ji kesên ku mohra xwe daniye binê daxwaznameya dozê ya çû ber destê DMME mîmar, pispora restorasyonê û dîroknasa mîmariyê Prof. Dr. Zeynep Ahûnbay e, ku ji salên 90'î û vir ve li dijî Projeya Bendava Ilisûyê têdikoşe. Ahûnbay destnîşan kir, ku divê DMME bêyî dereng bimîne biryara xwe û diyar kir, her ku biryar dereng bikeve wê ji bo Heskîfê rewşeke ku 'vegera jê zehmet e' rû bide.

'PÊWÎSTE DMME DOZÊ WEKE DI ÇARÇOVEYA MAFÊN MIROVAN DE BINIRXÎNE'

Prof. Ahûnbay anî ziman, ku binavbûna Heskîfê bi berhemên xwe yên bedew û dîrokî re, wê bibe windahiyeke gleekî mezin û got, Heskîf berhemeke bêhempa ye ku bi bandora xweza û mirovan ava bûye.

Prof. Ahûnbay bibîr xist, dosya dozê, hiştina Heskîfê di binê avê de wkee 'îşkenceya çandî' dinirxîne û destnîşan kir, ku girîng e weke parastina 'mîrateya çandî weke mafên mirovan' bê dîtin. Prof. Ahûnbay got, "Girîng e DMME di vî warî de biryarê bide."

'PÊWÎSTE DMME BÊYÎ DERENG BIMÎNE BIRYARÊ BIDE'

Prof. Ahûnbay ragihand, ku divê DMME ji bo seiknandina çêkirina Bendava Ilisûyê biryarê bide û anî ziman, hê ji bo Heskîfê rewşeke ku 'jêveger zehmet e' rû nedaye. Prof. Ahûnbay diyar kir, eger proje niha bê sekinandin wê Heskîf karibe rizgar bibe û destnîşan kir, ku biryara DMME ya di vê demê de wê girîng be.

'NE RAST E KU PARÇEYÊN BERHEMAN BIBIN CIHEKÎ DIN'

Prof. Ahûnbay da zanîn, barkirina Tirba Zeynel Beg  ji bo cihekî din re, pêvajoya tinekirina Heskîfê derbasî qonaxeke nû bûye û destnîşan kir, ku parçekirin û bicihkirina li cihekî din a berhemên dîrokî, bê wate ye. Prof. Ahûnbay anî ziman, her destwerdana ji niha û pê ve were kirin wê zerarê bide Heskîfê û got, karê herî rast ê divê were kirin, sekinandina projeya Heskîfê ye.