Dîroka veşartî: Qubên Kobanê

Xaniyên gulover ku jê re 'Qub' têne gotin, hê li Kobanê hene û ji aliyê gel ve tên bikaranîn.

Xaniyên serdemên kevin li Kobanê hîn jî hene. Li gundên Kobanê û taybetû li rojhilatê wê xaniyên gulover ku jê re 'Qub' tê gotin, hîn hene û ji aliyê gel ve tên bikarnaîn.

Berî niha bi 50 salî hemû avahiyên Kobanê bi rengê quban bûn. Heta niha jî li gundan yekoyeko qub tên dîtin.

Ji aliyê ekolojîk ve Kobanê hê bi têrkerî nehatiye lêkolîn û bi sedan gir hene ku hîn venebûne. Ekolojîst Îsmaîl Çolbeg li ser Quban ji me re axivî û got, "Ev rengê xaniyan tevî ku guherîne jî  mirov dikare bibêje, di serdema neolîtîkê de hatine lêkirin. Tevî ku hinek guhertin lê bûne jî, ji wê wextê ve mane û ji aliyê gel ve tê bikaranîn."

Qub lêkirina xwe pir hêsan û ji xeyînî keda destan tiştek xerc nabe. Ji ber bi axê û avê tenê lê dibe, her kes dikare lê bike. Dirav hebe an na, belengaz be yan dewlemend be, her kes dikare ji xwe re lê bike. Ev rengê xaniyan pir cuda ye; Havînê hênik e, zivistanê jî germ e. Mirovên temen mezin ên li herêmê hê jî pesnê van xaniyan didin û dixwazin lê bimînin.

Wek tê zanîn ev herêm dewlemende bi kevnariya xwe. Gundên Kobanê her yek bi serê xwe dîrok û şaristaniyeke xwe heye. Weke: Tilêjbê, Şêran, Girêsor....hwd.

Li gorî ekolojîst Îsmaîl Çolbeg, pêwîstî pê heye ku ev herêm bê lêkolîn. Çolbeg destnîşan kir ku dema hemû gir bên lêkolîn wê gelek nêrînên cuda eşkere bibin.