Dîmenên destpêkê yên Nexweşxaneya Serêkaniyê ku sûcê mirovahiyê lê hatin kirin...

Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê didome, dewleta Tirk bi êrîşa li ser nexweşxaneyê re sûcê mirovahiyê kir. Nûçegihanên me Ersîn Çaksû û Rûken Cemal xwe gihandin nexweşxaneyê û rewşa wir ragihandin.

Êrîşên 9’ê Cotmehê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Serêkaniyê destpê kir bi taybet li Serêkaniyê dijwartir bû. Bajar bê navber tê bombekirin. Şop û belgeyên bi hêz hene ku çekên kîmyewî tên bikaRanîn.

Di bomberdûmanên bê ku sivîlan cuda bikin tên kirin de, jiyana bi hezaran sivîl di talokeyê de ye.

ÊRÎŞÊN BERFIREH BIRIN SER NEXWEŞXANEYÊ

Şeva Çarşemê nexweşxaneya Serêkaniyê hate bombekirin. Nûçegihanê me Ersîn Çaksû ê di bin şertên giran de karî xwe bigihîne nexweşxaneyê, anî ziman ku şevê du caran êrîşî nexweşxaneyê hate kirin. Êrîş di asteke mezin de hate şikandin û hê jî nexweşxane tê hedefkirin.

Çaksû got: “Di bin şert û mercên giran de me xwe gihand nexweşxaneyê.” û domdarî got: “Ev nexweşxaneya yekan e ya li Serêkaniyê ye. Xebatkarên tenduristiyê di bin şertên giran bû bi derfetên pir bi sînor û dîsa di bin gefa bomberdûmanan de hewl didin nexweşan dermena bikin.

Piştî êrîşên şevê û şûnde, nîvroya Pêncşemê dîsa nexweşxane bû hedefa êrîşên dagirkeran."

Çaksû ê di dema êrîşa sêyemîn de li nexweşxaneyê bû, anî ziman ku saeta wî 10:50’î bû dengê çekan hat bihîstin.

Çaksû diyar dike ku nexweşxane ji aliyê hêzên Asayîş û Erka Xweparastinê ve tê parastin û li beşa lê ye ronahî hatine vemirîn. Ronahiya ji der ve dide hundir. Her diçe dengê çekan zêde û nêz dibe. Şervanek ji şibakeya nexweşxaneyê ve li derve gule direşîne.

Li ser serê nexweşxaneyê jî şervan dikevin çeperan û li dijî êrîşan nexweşxaneyê diparêzin.

Di wê demê de birîndarek tînin nexweşxaneyê û tê tedawîkirin. Ji derve dengê teqînan tê. Ji ber şer bêhna barûtê dikeve hundirê nexweşxaneyê jî. Gule li hinek camên şibakeyên nexweşxaneyê jî ketine, li erdê parçeyên caman hene."

‘EV ÊRÎŞ QIRKIRINE’

Di nava deng çek û bombeyan de xebatkareke ya tenduristiyê, diyar kir ku ev êrîş ne tenê li dijî şervanên YPG/YPJ’ê ye, got: ‘Ev qirkirine’. Cileke kesk li ser e. Li gel  xebatkereke mêr heye. Ji ber elektirîk nîne, lambeyek ya li serê wî digere.

Xebatkara tenduristiyê ya jin anî ziman ku di êrîşa li Serêkaniyê de jin, zarok û kal hatin hedefkirin. Xebatkara tenduristiyê diyar kir ku weke xebatkarên tennduristiyê yên gel wê heta dawî xebatên xwe bikin.

Erkdarê tenduristiyê destnîşan kir ku gelek mirov ji ber êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, hatine kuştin û got: “Di nav de jin, zarok hene, hinek jî birînên wan pir giran in. Şervanên birîndar jî tînin vir. Lê piranî sivîl in. Ji ber ku bobme li malan dibarînin. Em jî wê heta dawî li ber xwe bidin.”

Piştre bi derfetên pir bi sînor birîndarekî derman dike. Hinek beş bi tememî tarî ne, tenê bi ronahiya dest dikarin tevger bikin. Gelek birîndar li gel hev li ser ranzeyan in.

EKDARA TENDURISTIYÊ YÊ DYE’YÎ: DI DEMA VEGUHESTINA NEXWEŞAN DE AMBÛLANS HATIN HEDEFKIRIN

Kedkareke tenduristiyê ya Emerîkî ya li nexweşxaneyê kar dike diyar kir, ku dema birîndar ji nexweşxaneyê hatin veguhestin li ambûlansê dan. Her wiha anî ziman ku ji ber vê di vê demê de nekarîne nexweşan û birîndaran veguhezin, dîsa ji ber tedawiyek baş nehatin kirin jiyana xwe ji dest dane. Kedkara tenduristiyê diyar kir ku li konvoya sivîlan dan. Kedkara tenduristiyê destnîşan kir ku divê balafirên şer ên Tirk bên rawestandin û qada firînê lê bên qedexekirin,  berovajî vê wê hemû nexweşên li nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest bibin.