Dibistanên wargeha Mexmûrê ketin bêhndana havînê

Dibistanên li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketin bêhndana havînê.

Îro danê sibehê saet 08:30'î bi hezaran xwendekarên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo girtina belgeyan çûn dibistanên xwe.

Li wargehê 5 dibistanên dayikê, 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û dibisatneke amadeyî bi hev re ketin bêhndana havînê. Pîştî ku mamoste û xwendekar li dibistanên xwe kom bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ya li ber xwendina sirûda 'Ey Reqîp' merasîmê dest pê kir. Dûre mamoste Xelîl Bîlen axivî û xelatên yekemîntiyê ji aliyê mamostayan ve radestî xwendekarên serketî hatin kirin.

Xelîl Bîlen got, "Perwerdeya Mexmûrê di nava perwerdeyên Rojhilata Navîn de her tim xwe nû dike. Hûn xwendekarên nû ne û bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibin. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê xwendekarên herî pêşketî bin."

Xelîl Bîlen bi berdewamî got, "Xwendekarên ku li wargehê mezin dibin, dixwînin divê ti carî li ti derê rastiya xwe ji bîr neke. Hûn li ku dibin bibin pêwîste hûn fikir û îdeolojiya vê tevgerê bijîn."