Di Festîvala Şanoya Kuçeyan de kolber nehatin jibîrkirin

Festîvala Şanoyê ya Kuçeyan a Navneteweyî ya Merîvanê îsala cara 12'an pêk hat. Festîval kete roja duyan. Di destpêka festîvalê de lîstikek bi mijara kolberan hate lîstin.

Festîvala Şanoyê ya Kuçeyan a Navneteweyî ya Merîvanê ku her sal li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, kete roja duyan.

Di festîvalê de li gel Rojhilat û Îranê ji Brezîlya, Spanya, Fransa, Azerbeycan, Başûrê Kurdistanê 362 lîstikvan û derhêner tevlî festîvalê dibin. Di rojan pêşî ya festîvalê de komên ji Rojhilatê, Başûrê Kurdistanê û Azerbeycanê hatin lîstikên xwe lîstin.

Kuştina kolberan a bi destê rejîma Îranê mohra xwe li festîvalê xist. Şanogerên kuçeyan ên ji Karaj û Amolê hatin lîstikeke bi mijara kolberan lîstin. Duh jî lîstikên bi mijarên zarokên karker, nexweşiya AÎDS’ê, bi mijara sirûşt û dîn lîstik hatin lîstin.

Li Meydana Şanoyê ya li qiraxa gola Zerîwarê îro jî gelek şanoger ên ji welatên cihê lîstikên xwe dilîzin.

Îsal pêwendiya gelê Merîwanê ya li festîvalê zêde ye.