Di êrîşa li Kobanê de 4 jê giran 8 kes birîndar bûn

Piştî gulereşandina li ser xelkê Kobanê yên ku konvoya hevpar a Tirk-Rûs protesto dikirin û şûnde 2 jê rojnamevan 8 kes birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û polîsên Rûs îro ji gundê Merc Îsmaîl ber bi rojhilatê Kobanê ve dest bi tûra dewriyeyê kir. Xelkê Kobanê yên ku naxwazin dagirkerên Tirk li ser axa wan bin, kevir li konvoyê barandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê leşkerên Tirk li gundê Kopingarê güle li gel reşandin, 2 jê rojnamevan 8 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku ji birîndaran 4 kes birînên wan ên guleyê ne û rewşa wan giran e. Têkildarî xeteriya can agahiyên berfireh nehatin girtin.

Leşkerên Tirk wesayîta Jin TV û Ronahî TV ku dewriye dişopandin jî kirin hedef. Di êrîşê de nûçegihana Jin TV Zozan Remedan Berkel birîndar bû û wesayît bê kêr bû.

11’ê Mijdarê jî heman tişt rûdabû. Dema tûrên dewriyeyê yên Tirk û Rûs li Dirbêsiyê jî digeran gel nerazîbûn nîşan dabû. Cihên ku konvoy lê derbas dibûn gel konvoy dabûn ber keviran.

8’ê Mijdarê jî dema konvoya hevpar a Tirk-Rûs li Girkê Legê û Dêrik ên girêdayî Qamilo digeriyan, gel bi keviran êrîşî wan kiribûn. Li vir konvoya Tirk bi panzerê pê li welatiyê bi navê Serxwebûn Elî yê sivîl kir û ew qetilkiribû. Di êrîşê de jî 5 sivîl birîndar bûbûn.

Herî dawî 5’ê Mijdarê jî dema konvoya Rûs-Tirk li gundên girêdayî Kobanê digeriyan gel ew dabûn ber keviran.