Di derbarê êrîşa li dijî Şengalê de sibê daxuyanî tê dayîn

Tê payîn ku sibê di derbarê êrîşa dewelata Tirk a dagirker a li dijî Şengalê pêk anî de daxuyanî bê dayîn.

Îro danê êvarê saet 17.00’î balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Geliyê Şilo û derdora wê êrîşek pêk anî. Hêj encamên êrîşê zelal nebibin jî tê ragihandin ku gelek sivîl birîndar bûne. Tê payîn ku sibê di derbarê vê êrîşê de daxuyanî bê dayîn.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker Geliyê Şilo û derdorê wê bombebaran kir û di êrîşê de seyareyek jî hat armanckirin. Li gorî agahiyên pêşî sivîlên di seyarê de birîndar bûne.

Piştî ev êrîşa li dijî Şengalê hat bihistin, di serî de li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li gelek deveran Kurdistanî rabûn ser piyan û êrîş şermezar kirin.