'Di dema AKP’ê de bûyerên îstîsmarkirina zarokan pir zêde bûn’

Wekîlê Agiriyê yê HDP’ê Bedran Ozturk diyar kir, di dema AKP’ê de îstîsmarkirina zarokan pir zêde bûye.

Wekîlê HDP’ê Bedran Ozturk diyar kir, di dema desthilatdariya AKP’ê de bûyerên îstîsmarkirina zarokan pir zêde bûye û li gorî daneyên Wezareta Dadmendiyê her meh 650 bûyerên bi vî rengî têne Saziya Tiba Edlî û got: "Ev jî tê vê maneyê; li Tirkiyê her roj 21 zarok ango saetê zarokek tê îstîsmarkirin."

Ozturk li Desteya Giştî ya TBMM’ê der barê mijara îstîsmarkirina zarokan a di dema desthilatdariya AKP’ê de, derveyî rojevê axivî û got, bûyerên îstîsmara zarokan yek ji birîna civakê ye û ev bûyer di dema desthilatdariya AKP’ê de pir zêde bûye. Ozturk wiha dewam kir: "Li gorî daneyên berbiçav ên di encama lêkolînan de herî pir zarokên temenê wan di navbera 7-14’an de têne îstîsmarkirin. Bûyerên îstîsmarkirina zarokan hê di bîra me de zindî ne. Pozanti, Weqfa Ensar, Îzmîr, Gerger, Edene, Kemer û herî dawî bûyerên destdirêjî û destavêtinê, ku bi taybetî di dema desthilatdariya AKP’ê de zêde bûne, nîşan dide ku rewşa heyî bi rengekî sîstematîk berbelav dibe."

Ozturk bal kişande ser bûyerên di serdema AKP’ê de û got, ew axaftinê ne bi mebesta sûcdarkirina AKP’ê dike, lê dane hene û got: "Ne bi mebesta sûcdarkirina AKP’ê lê dane vê vekirî nîşan didin. Tenê li gorî daneyên Saziya Tiba Edlî 2012’an 2,395; 2013’an 3.002’an, 2014’an ji meha Cotmehê û şûn de 2,449 kesan bi mijara îstîsmara zayendî serî li Saziya Tiba Edlî daye.

Sala 2015’an jî bi heman hijmarê dozên ku hatin avekirin 100 ji 700’î zêde bûye. Her wiha dema ku mirov li daneyên Wezareta Dadmendiyê yên 2014’an binere, tê dîtin ku her meh 650 bûyerên bi îstîsmara zarokan têne Tiba Edlî. Maneya vê jî ev e: Li Tirkiyê her roj 21 zarok û her saet zarokek tê îstîsmarkirin."

Ozturk ragihand, ku têgihiştin û sêwirîna hişmendiya cinsî ya AKP’ê li derveyî forma neolîberal nêrane ye û xwedî îdeolojiyeke bi wî rengî ye ku wekheviyê red dike û got, AKP hewl dide nasnameya mêr û jinê li gorî îdeolojiya xwe ji nû ve dizayn bike.

Ozturk diyar kir, di mijara îstîsmara zayendî ya zarokan de û sûcên derbarê zarokan de divê ji honakên îdeolojîk û polîtîk derkevin û got, pêwîste her kes li dijî vê têbikoşe û Meclîs divê vê babetê deyne ber xwe.