Di bagera Nateyê de 27 kes mirin

Bagera Nateyê ya tropîkal li Amerîkaya Navîn bû sedema mirina 27 kesan û berê xwe da Meksîka û DYA’yê. Bager li vê derê bû bahoz.

Li gorî daxuyaniya navenda neteweyî ya bahozê ya Amerîkayê hate gotin ku ‘Nate, bûye bahoz.’

Li New Orleansê ya ku li başûrê rojhilatê DYA’yê ye qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Di meha Gelawêjê de jî li başûrê rojhilatê DYA’yê du bahoz pêk hatin. Bahoza Harveyê li Teksas û Lûîzînayê bû sedema mirina 42 kesan. Di bahoza Irmayê de jî 12 kes mirin.

Bagera Nateyê jî li Amerîkana Navîn li Costa Rîcaî, Nîkaragûa û Hondûrasê da. Bi vê bahozê de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di vê bahozê de gelek pir rûxiyan, dar ji kokê rabûn û erd heziya.