Di 6 mehên karesatên xwezayî de zêdetirî 5 hezar kes mirin

Li gorî lêkolînekî ku ji aliyê şîrketa Swîss Re ve hatî weşandin di 6 mehan de ji ber karesaetên xwezayî zêdetirî 5 hezar kes mirin û 44 mîlyar dolar zirara aborî çêbû.

Şîrketa Swîsss Re ya Swîsreyî lêkolîna xwe ya têkildarî karesatên xwezayî û windahiyên madî û mirovî yên ku mirov bûne sedama wê weşand.

Li gorî vê di 6 mehên îsal de ji ber karesaetên cuda zêdetirî 5 hezar kes mirin. Piraniya mirin û windahiyên madî ji ber bager û lehiyê çêbûne.

Li Mozambîk, Malawî, Zîmbabwe û Madagaskarê ji ber bagera Îdaî yê zêdetirî hezar kes mirin û bû yek ji karesaetên xwezayî ya herî mirin lê çêbûye.

Swîss Re zêdetirî 50 sale windahiyên karesaetên xweazyî lêkolîn dike. Di 6 mehên sala 2018’an de 3900 kes mirin û windabûn. Di tevahiya sala derbasbûyî de zêdetirî 13 hezar û 500 kes mirîbûn.

Di nivê sala 2019’an de 44 mîlyar dolar zirara aborî çêbû. Di deh salên dawî yên heman demê de 109 mîlyar dolar ziar hatibû hesap kirin û ev jî dema mirov bi windahiyan re bîne beramberî hev hê kêmtir windahiya madî çêbûye dide nîşandan.