Dewleta Tirk ji bo Sûriyê dagir bike banga îskanê kir

Dewleta Tirk çawa ku Hetay kire nav xaka xwe li wan herêmên ku dagir kiriye jî dixwaze sazûmaniya xwe pêk bîne. 

Dewleta Tirk çawa ku Hetay kire nav xaka xwe li wan herêmên ku dagir kiriye jî dixwaze sazûmaniya xwe pêk bîne. Hikûmeta Demkî û meclîsên girêdayî qeymeqamên ku dewleta Tirk daniye herêmê, ji bo guherîna demografiyê li herêmên ku dagir kirine banga îskanê kir.

Dewleta Tirk ji bo ku ji Sûriyê parçeyek xak qut bike û li deverên dagirkirî mayinde bike ling da xebatên sazûmanbûnê. Qeymeqam anî ser  Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrînê û Serêkanyê û Girê Spî devrên dagir kirî û hewl dide ku saziyên mîna PTT'ê veke.

Dewleta Tirk ku beriya niha qeymeqam anî ser Cerablûs, Bab û Ezazê û Efrînê niha jî ragihand ku qeymeqam tayinî Serêkaniyê û Girê Spî kiriye. Waliyê Rihayê Abdullah Erîn duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand wan qeymeqam tayinî Serêkaniyê û Girê Spî kirine.

Dewleta Tirk ku li Serêkaniyê û Girê Spî nêzî 300 hezar mirov bêcihûwar kirî, kesên ku ji deverên cuda anîne jî li van deverên ku dagir kirî bi cih dike.

HEWLDANÊN SAZÛMANBÛNÊ

Waliyê Rihayê îdîa kir ku li herêmên navborî, ''xizmetên avê, enerjî, tendiristî, perwerdehî, binesazî û seresaziyê dest pê kirine û mirovên ku li van deran dijîn bilez vegeriyane ser malên xwe'' û li xwe mikur hat ku dewleta Tirk hewl dide ku li van deran mayinde bibe.

DEWLETA TIRK: EM JI SÛRIYÊ DERNAKEVIN

Eynî rojê Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hamî Aksoy got,''Em mafê xwe yê ku Tevgera Kehniya Aştiyê bidomînin dihêlin. Weke ku Serokkomarê gotî heta ku herêma ewle ji terorîstan were paqijkirin em ê ji Sûriyê dernekevin.''

Dewleta Tirk 1938'an  Hatay kiribû ''dewleteke serbixwe'' û piştre bi ser Tirkiyê ve girêdabû. Niha jî pêvajoyeke weke vê li herêmên ku dagir kiriye pêk tê.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ku xwediyên herêmê bêcihûwar kirî  niha jî gelek kesên ku ji deverên cuda yên cîhanê tîne bi navê 'Tirkmen''an li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dike.

DOZA TIRKMENAN

Bivê çarçoweyê 24'ê Mijdara 2019'an li Ezazê dewleta Tirk kombûneke bi navê, ''Kongreya Asayî ya 5'an a Meclîsa Tirkmen a Sûriyê'' organîze kir, bang li wan 'Tirkmen''an kir, ku li deverên cuda dijîn, ''vegerin'' herêmên ku hatine dagirkirin.


Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Yavûz Selîm Kiran got,''Doza Tirkmenan wê zêdetir geş bibe û bidome'' û domand, 'Bi avakirina herêma ewle em ê têkoşîna xwe ya biryardar bidomînin, hem ji bo ku xwediyên rastîn ên vê herêmê û hem jî welatiyên ku hatine koçberkirin vegerin.''

HAZIRIYA VEGERA GIRSEYÎ

Mihemed Vecih Cuma ku anîne ser koma bi nîrê Tirkiyê ya bi navê Meclîsa Tirkmenan a  Sûriyê jî got, ''Heke herêma ewle çêbibe em hazir in ku bilez û girseyî li welatê xwe vegerin'' û bi gotinên,''Êdî em hazir in ku çarenûsa xwe binivisînin'' niyeta ku ji Sûriyê parçeyek xak qut bike anî ser zimen.

XWEDÊGIRAVÎ HIKÛMETA DEMKÎ

Evdirrehman Mistefa jî, ku dewleta Tirk aniye ser avaniya xwedêgiravî bi navê ''Hikûmeta Demkî ya Sûriyê'', xwe li Tûgaya Sultan Murad derket, ku ev Tûgay bi sûcên şer ên li Sûriyê hatiye rojevê, got,''civaka navnetewî ji serkeftina wan reht e''.

ÇAR PARTÎ BÛNE YEK

Di kombûnê de, ku Serokê Meclîsa  Tirk Mustafa Şentop peyama pîrozabahiyê şand, Partiya Tevgera Millî ya Tirkmen a Sûriyê, Partiya Girseyî ya Tirkmen a Sûriyê, Partiya Nahda a Tirkem a Sûriyê û Partiya  Vefa hatin cem hev û avaniya navborî çêkirin.

NEXŞE, ALA, SIRÛD

Di  civînê de ku hae gotin xwedêgiravî delegeyên ku ji Heleb, Lazkiye, Tartûs, Idlib, Hema, Xûms, Şam-Golan û Reqayê hatin, li ser hin nexşeyan ku tê îdîakirina xaka Tirkmenan e nîqaş hatin kirin.

Li aliyê dî jî ala, nexşeyên derbarê gelek herêmên Sûriyê û sirûd jî li ser organên medyayê yên avaniya navborî hatin parvekirin û bi vî rengî li armancên dewleta Tirk mikur hatin.

AVANIYÊN ÇETE YÊN DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk di ser komên bi navê Sultan Murad, Sultan Şay Suleyman, Sultan Mehmed Fatîh, Muntasir Billallah, Ketîbe El Hemzet û Semerkant, ku dewleta Tirk îdîa dike, ji ''Tirkmen'an pêk hatine, dixwaze herêmê dagir bike.

LI SER XETA SÎNOR PLANA TAMPON

Dixwaze komên navborî li Idlibê li Cebel Ekrad (Çiyayên Kurmênc), Cebel Tirkmen, Deriyê Sînor ê Bab E Hewa, Entarib, navçeyên Cindirês, Raco, Bilbilê û Şera yên Efrînê, Deriyê Sînor ê Bab El Selame yê Ezazê û heRêmê nêzî ser xeta sînor a Cerablûsê û li ser 5 kîlometre ya sînor a Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bike û plana dagirkirinê sazkar bike.

BI ÇETEYÊN ÎTHALKIRÎ HAZIRIYA DEWLETEKE NÛ

Dewleta Tirk bi navbeynkariya MÎT'ê, Midûriyea Giştî ya Îdarî ya Koçê, ji Tirkîstana Rojhilata ,Tirkmenîstan, Ozbekîstan, Tacîkîstan, Azerbaycan û komarên Tirkî, ji Efganîstanê hin malbatên çete yên îslamiyên radîkal tîne û bi navê ''Tirkmen''an li van herêman bi cih dike.

DUBAREYA SENARYOYA ÎLHAQA HETAYÊ

Dewleta Tirk li ser plana ku ji Sûriyê xakekê qut bike dixebit, li deverên ku dagir kirî bi lez sazûmaniya xwe ava dike, bi rengekî ku di salên 1937-1939'an de Hataya îlhaq kirî, ji bo dagirkiriyeke mîna vê kêfaretê dike.