Dewleta Tirk gurçika ciwanê ji Dirbêsiyê dizî

Basil Mihemed Nezîr ê ji Sûriyeyê li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hate birîndarkirin û ji bo bê dermankirin ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Nezîr got, dema li nexweşxaneyê bû gurçika wî hatiye dizîn û bang li saziyên navneteweyî kir.

Basil Mihemed Nezîr ê 27 salî ku ji bajarê Dirbêsiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, beriya du salan dema ku hewl dida derbasî Qoserê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor hate birîndarkirin. Bi rengekî birîndarkirî êşkence li wî hate kirin û piştre Nezîr birin Qereqola Jendermeyan a Mêrdînê. Nezîr piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hate dermankirin. Nezîr hate emeliyatkirin û bi alîkariya malbata xwe vegeriya Dirbêsiyê. Piştî ku vegeriya nexweş ket û ew rakirin nexwşexaneyê. Hingî pê hesiya ku gurçikekî wî nîne.

Nezîr qala bûyerên ku di sala 2017'an de bi serê wî ve hat kir: "Ji bo kar bikim tevî 16-17 kesî me hewl dan ji sînor derbas bibin. Leşkeran li me reşandin û ji aliyê çepê yê zikê xwe birîndar bûm. Birîneke sivik bû. Bi birîndarî tevî du hevalên xwe em birin qereqolê. Li qereqolê êşkence li me kirin û piştre ez rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Ji bo min emeliyat bikin narkoz dan. Dema ku hişyar bûm hem li aliyê çepê hem jî li aliyê rastê yê zikê min qul kiribûn û dirûtibûn. Piştre bi alîkariya malbata xwe li Dirbêsiyê vegeriyam."

Nezîr ragihand ku piştî vegeriya çû nexweşxaneyê ji bo mûayene bibe û hingî hîn bû ku gurçika wî nîne û diyar kir, "Dema ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê bûm gurçika min dizîn. Piştî ku narkoz dan ji ser hişê xwe çûm. Dema ku hatim ser hişê xwe pê hesiyam ku ji du deveran ve hatime emeliyatkirin, lê belê tiştek nehat bîra min."

DIVÊ BÛYER BÊ LÊKOLÎN

Nezîr destnîşan kir ku ew di kontrola leşkerên Tirk de emeliyat bû û para leşkerên Tirk di dizîna gurçika wî de heye û bang li saziyên navneteweyî kir ku bûyerê lêkolîn bikin. Nezîr piştî du salan vê carê ji ber êrişa dewleta Tirk neçar ma koç bike. Nezîr û malbata wî ji ber êrişa bi topbaranê ya dagirkeran a li dijî Dirbêsiyê neçar man koç bikin û niha li Hesekê li dibistanekê ne.

Dayika Nezîr Zehra Bedran diyar kir ku kurê wê du sal in bê gurçik dijî û got, "Kurê min niha bi gurçikekê dijî. Sal û nîveke her meh xwînê didin wî. Ez kurê xwe timî dibim nexweşxaneyê. Mehane 30 heta 40 hezar lîreyê Tirk em mesrefa nexweşxaneyê didin. Em xizanin. Êdî nizanim ku em ê mesrefên nexweşxaneyê çawa peyda bikin."

DIZÎNA ORGANAN NE NÛ YE

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dizîtiya dewleta Tirk a organan xistibû rojevê. Di 25'ê Mijdarê de F.T. ê ku piştî teqîneke li Girê Spî bi sivikî birîndar bû, leşkerên tirk ew rakiribûn nexweşxaneyê û bi gotinên şahidan organên wî hatibû dizîn. SHOR'ê bang li saziyên navneteweyî kiribû ku mijarê lêkolîn bikin. Der barê dewleta Tirk îdîayên bi heman rengî ji bo penaberên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê koç kirin jî pir caran ketibûn rojevê.