Dewleta Tirk goristanên Ermeniyan jî talan kir

Yek ji bajarên ku goristanên Ermeniyan ji aliyê dewleta Tirk ve lê hate xespkirin, Dêrika Çiyayê Mazî ye. Êdî ne gor maye, ne jî goristan.

Navçeya Dêrik a Mêrdînê, yek ji wan cihan bû ku piraniya nifûsa xwe Ermenî bû. Lê belê bi qirkirinê re, ku sala 1915'an dest pê kir û hê jî bi rê û rêbazên cuda dewam dike, ne tenê nifûsa Ermeniyan hate qedandin, her wiha goristanên wan û cihên wan ên îbadetê jî ji holê hatin rakirin.

Nivîskarê lêkolîner ê ji Mêrdînê Eyyup Guven, qala serpêhatiya Ermeniyên li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê kir.

TENÊ MALBATEK MA

Guven anî ziman, dîroka Ermeniyên li nava sînorên navçeyê gelekî kevn e, dîroka Ermeniyên li navenda navçeyê jî digihêje heta 400 salî. Guven got, "Di roja îro de tenê malbateke Ermenî lê dijî. Debara xwe jî bi hesinkariyê dike. Nifûsa ku beriya sala 1915'an bi hezaran bû, di salên 1970'î de daket heta malbatekê. Ji ber zexta dîn û desthilatdariyê, ji ber zerara li qada aboriyê li wan hate kirin û bi çavê xanîmetê li mal û milkên wan dihate nerîn, nifûsa Ermeniyan kêm bû."

GORISTANEKE JI 10 DONIMÎ HEBÛ

Goristana Ermenî ya li Dêrikê, li qadeke ji deh donimî hatiye çêkirin. Ermeniyên ku piştî 1915'an li navçeyê vegeriya, ji bo cihê goristana xwe diyar bikin, erdekî ji 10 donimî veqetand û dor lê girtin. Cenazeyên ku berê li hewşa dêrê dihatein veşartin, piştî sala 1930'î êdî li vê goristanê hatin veşartin.

Li Dêrikê çar goristanên mezin ên Ermeniyan hebûn. Goristana Dêra Sor, Goristana Dêra Newalê, Goristana Aşikê Remê û Goristana Korta. Ji van her çar goristanan, tenê 50 gor mane. Hemû hatin xespkirin û li binê avahiyan hatin hiştin. Bi salên 1980'î re sînorê goristana Ermeniyan hate tengkirin û gelek caran ji aliyê hin kesan ve hatin firotin û kirîn û di encama vê dagirkeriyê de daket asta donimekê.

ŞOPÊN GORISTANÊ JÎ HATIN JÊBIRIN

Ji bo parastina goristanên Ermeniyan tiştek nehate kirin. Bi zanebûn nehatin parastin. Şopên heyî jî bi 'hesasiyeteke mezin' hatin jêbirin.