Dewleta Tirk a dagirker bombe li zarokên dilîstin barand -NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên careke din êrîşî sivîlan kir. Li gundê Basûtê yê navçeya Şerawa ya Efrînê, ji ber topbaranê sivîlek şehîd bû, 10 sivîl jî birîndar bûn.

Li gundê Basûtê yê navçeya Şerawa ya Efrînê, ji ber topbaranê Heyva Mihemed Kelho ya 13 salî şehîd bû, 10 sivîl jî birîndar bûn ku 7 jê zarok in. Eşkere bû ku dema zarokan ji xwe re dilîstin, artêşa Tirk a dagirker bombe li wan barandiye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ser bi DAÎŞ û El Qaîdeyê ji duh bi şev ve ji çar aliyan êrîşî navenda Efrînê û navçeyên wê dikin. Navenda Efrînê, navçeyên Şera, Raco, Cindirêsê, Şerawa û gundê Basûtê ji duh bi şev ve bi rengekî bê navber tên bombekirin. Êrîşa bi balafirên şer jî didome.

Piştî ku şervanên QSD'ê bersiveke tund dan, dewleta Tirk û çeteyên wê careke din êrîşî sivîlan kirin.

Li gundê Basûtê ji ber topbaranê keça 13 salî ya bi navê Heyva Mihemed Kelho şehîd bû, 10 sivîl jî birîndar bûn.

Navê birîndaran wiha ye:

Dilber Kelho (13), Mihemed Ziyad Nebi (9), Henan Mihemed Kelho (11), Şivan Xelil Kelho (7), Xelil Nebil Kelho (42), Jinav Ziyad Kelho (8), Ava Xelil Kelho (11), Dijwar Nezmi (8), Basil Cuma Omer (27), Rami Cuma Ebdulah (28).