Dewleta ku neçar mayî sûlav jî qedexe kir

Sûlava Kehê ya Colemêrgê ku her sal turîst jî di nav de bi hezaran kesî ziyaret dikir, a li gundê Kehê kete nav ‘herêmên qedexe’ de.

Dewleta Tirk a ku ji ber şerê ku li Kurdistanê dike neçar mayî dest bi gavên dûrî aqil kir.

Dewleta Tirk hemû zozan û bejahiya Colemêrg û navçeyan kire ‘herêma qedexe’. Bi vê qedexeyê re xwedîkirina sewalan ku Colemêrgî debara xwe bi giştî bi vê dikirin derb xwar, her wiha xweşikiyên sirûştê yên li zozanan jî ji hêla dewletê ve hate qedexekirin. Di nav van de Sûlava Kehê jî heye. Sûlava Kehê ku li gundê Kehê ye û 15 km dûrî navenda bajêr e, bilindiya wê 15-20 metro ye. Sûlava Kehê di mehên biharî û havînî de pir xweşik dibe û her sal bi hezaran kes diçine ku wê bibînin.

BI ÇIYAYÊ XWE RE BÛYE YEK

Colemêrg bi dîrok û sirûşta xwe xwedî rengekî resen e. Bi çiyayên xwe yên bi debdebe, gelî û çem û golên xwe ji dîrokê ve her kiriye ku mirov hijmetkarê wê bin. Colemêr ku weke bajarê çiyayan tê zanîn bi jiyana resenî xwe ev taybetmendiya xwe heta niha aniye. Colemêrg ku bi çiyayên xwe re bûye yek wek bihiştê ye. Ji ber vê delaliya xwe di dîrokê de tim êrîş bi ser de anîne. Heke ev sirûşt û cografyaya nuwaze ya Colemêrgê were keşfkirin ji hundir û derve gelek turîst wê bi ser de bişeqitin.

LI COLEMÊRGÊ POLÎTÎKAYA TAYBET

Colemêrg ku bi cografya û sirûşta xwe bi Swîsreyê tê şibandin ji ber sedema polîtîkayên bi zanebûn ên zextê yê dewletê, ji ber sedema ku baş nayê nasandin cihê ku heq dike nabîne. Her sal bi hezaran kes Swîsreyê ku weke bajarên çiyayên tê nasandin ziyaret dikin, lê Colemêrg ku weke Swîsreya Rojhilata Navîn tê naskirin pir kêm ji hêla turîstan ve tê ziyaretkirin. Ji bo ku bi pêş nekeve bi salan e ku li ser wê polîtîkayeke taybet tê meşandin, dîsa jî bi çiya, gelî, gol û sûlavên xwe mirov hijmetkarî wê dimine. Sûlava Kehê ku dewletê qedexe kiriye, li gel her tiştî jî vê xweşikbûna xwe diparêze.

GEL NERAZÎ YE: QEDEXE WÊ NIKARIBIN ME ASTENG BIKIN

Her bihar û havînî bi hezaran kesî serî dida Sûlava Kehê. Hin kes ji bo pîknîkê dihatin û çiyager jî seriyek didan. Her sal bi dehan çiyager diçûne zinarên bi bilindahiya 60 metroyî yên Sûlava Kehê. Piştî qedexeya dewletê Sûlava Kehê bû devereke bê his û kurên.

Gel dibêje ku heftiyê carekê teqez rêya xwe bi Sûlava Kehê dixistin û ew ê li qedexeya dewletê nesekinin û wiha gotin: ‘’Beriya niha jî ev der qedexe kirin lê tiştek bi dest ve neanîn. Bi qedexeyan wê gel li xwe bikin dijmin. Mirovên Colemêrgê bi sirûştê re yek in, qedexeyên wiha wê me zêdetir nêzî sirûşta me bikin. Çawa ku bav û kalê me dev ji van deran bernedan em jî bernadin. Ji bo vê dewlet divê dev ji vê xeletiya xwe biqere. Bi qedexekirina sirûşta me tiştekî bi dest ve nayînin.’’