Dewlet lê nebe, Colemêrg hîn bi xêr û bêr e

Tevî ku dewletê ti razemenî lê nekiriye û bi hemû derfetên xwe êrîşî çavkaniyên debara wan dikin jî, şêniyên Colemêrgê bi saya axa xwe ya bi xêr û bêr debara xwe dikin.

Rewş avhewa û erdnîgarî ya Colemêrgê, rê li ber şînbûna her cûre fêkî û zebzeyan vedike. Tevî fêkiyên sêv, alûce, vişne, gelyaz, gûz û tirî li herêma Colemêrgê bi dehan celebên zebze yên weke firingî, îsot û arû lê şîn dibin. Welatiyên vê herêmê, bi saya fêkî û zebzeyên xwe û bi sewalkariya ku di nava astengiya dewletê dikin, bêyî ku pêwîstiyê bi dewleta Tirk bibînin, debara xwe dikin.

Welatiyên li gundan cotkariyê dikin tînin ziman, ku axa Colemêrgê bi xêr û bêr e û dibêjin, "Em nabin hewcedarê kesî û berhemên xwe bi xwe diçînin. Li axa me hemû celebên fêkî û zebzeyan şîn dibe. Beşek ji van berhemên xwe di mehên havînê de em dixwin, beşekî jê jî ji bo zivistanê amade dikin. Yên ji ber mayî jî difiroşin. Em li vê derê, li ser axa xwe bêyî ku hewceyî bi dewletê bibînin, bi xwe erdê xwe diçînin, berhemên xwe dafirînin û debara xwe dikin. Em li nava bexçe û zeviyên xwe gelek cureyên fêkî û zebzeyan diçînin. Bi taybetî li Colemêrgê her cûre fêkî û zebze şîn dibe. Colemêrg ji aliyê çandin û hilberîna fêkî û zebzeyan de têra xwe dike û ji ber jî dimîne. Em li vê derê pêwîstiyê bi dewletê nabînin û hilberîna xwe bi xwe dikin."

Welatiyên ku sewalkariyê dikin jî, amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê didomînin. Germa havînê ne xema wan e. Beşek ji van welatiyan ka diçînin, beşek jî wan dide hev. Gundî her wiha di çinînê de alî hev dikin. Dema ew pê re nagihînin, tirpankêşan dixebitînin. Tirpankêş rojane bi 150 lîreyê dixebitin. Dibêjin, ku ji ber dewletê zozan li wan qedexe kiriye, ew giraniyê didin ser erdên xwe yên li nava gundan.