Dermanê Sendroma Ekodermal Displazia hate dîtin

Sendroma Ektodermal Displazia yek ji kêm nexweşiyan e ku li welatên rojavayî her sal nêzî 300 zarok di dema jidayikbûnê de pê dikevin. Hate ragihandin di tedawiya nexweşiyê de gaveke girîng hatiye avêtin.

Encamên lêkolîna pisporên Elman û Swîsreyî li 'New England Journal of Medicine' hate weşandin.

Nexweşî nahêle ku bedena mirovan xwê bide û bi vî rengî pêşî li hevsengiya ferma wicûd digire. Dermanê ku di encama lêkolînê de hate dîtin li ser sê pitikan hate ceribandin. Di nava karê du salan de, di çarçoveya tedawiyê de li şûna proteînên xesar dîtine yên pitikan ku rê li ber nexweşiyê vedikin, proteînê sentez tê dayin.

Di gotarê de ya li ser lêkolînê hate ragihandin ku di dema ducaniyê de ektodisplazin tevlî ava ku pitik di zikê dayika xwe de ye tê kirin û bi saya vê yekê 3 pitik hatine rizgarkirin.

Nexweşiya Sendroma Ektodermal Displazia ku genetîk e, proteîneke ku di çêbûna pitik de roleke girîng dilîze, ditevizîne. Ev proteîn dike ku mirov xwê bide û rê li ber çêbûna diranê mirovan vedike. Nexweşên Sendroma Ektodermal Displazia hem nikarin xwê bidin hem jî diranê wan dernakevin.