Dermanê her derdî: Rebes

Rebes ku bi biharê re li qadên herî dijwar ên çiyê şîn dibe, êdî li ser dezgehan têne firotin.

Rebes ku gelek vîtamîn di nav de heye, li cihên herî dijwar şîn dibe û ji bo dermankirina gelek nexweşiyan baş e. Ji bo nexweşiya şekir, paqijkirina rovî, ji bo mîdê û hemoroît gelekî kêrhatî ye. Rebes destpêkê li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê şîn dibe. Piştî Colemêrg û navçeyên wê, li Wanê jî tê firotin. Rebesa ku ji çiyayên Colemêrgê têne hevdan, li Colemêrg û Wanê têne firotin.

BUHAYÊ XWE, 10 HETA 15 LÎRE YE

Buhayê Rebesan, 10 heta 15 lîre ye. Rebes wê piştî 20 roj an jî mehekê li çiyayên bilind û zozanên Wanê jî şîn bibe. Tevî Rebes, gelek celebên pincar jî têne firotin. Gihayê Çiriş ku tevî penêr tê kirin, pincarên mende, kereng û sirmo jî li ser dezgehên bazarê ne. Kereng bi 5 lîreyî, gihayê çiriş bi 2 lîreyî, sirom bi 10 lîreyî û mende jî bi 5 lîreyî têne firotin.

REBESA DESTPÊKÊ YA SALÊ LI ŞEMZÎNANÊ ŞÎN BÛ

Esnafê bi navê Celal Unal got, Rebesa destpêkê ya salê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê şîn dibe. Unal diyar kir, ji ber ku nû şîn bûye buhayê xwe zêde ye û di demeke kin de wê buhayê wan kêm bibe. Unal da xuyakirin ku bi sedan kesên li Wanê Rebesan difiroşin û alîkariyê li budçeya mala xwe dikin.

'REBES DERMANÊ HER DERDÎ YE'

Esnafê bi navê Hasan Seyhan anî ziman ku bihar zû hatiye Şemzînanê û ji ber germbûna hewayê Rebes lê şîn bûye. Seyhan diyar kir ku li Wanê jî Rebes gelekî tê hezkirin. Unal destnîşan kir ku Rebes dermanê her derdî ye û got, "Rebes dema ku tên ser dezgehan di cih de têne firotin. Ji xwe salê mehek an jî du mehan em dikarin bifirotin. Piştre diqedin. Mirovên me jî baş bi vê zanin, lewma ji xwe re dikirin. Çi li Wanê çi jî li Colemêrgê ne tenê mirovên xwecihî, her wiha turîstên biyanî jî Rebes dikirin. Ji ber vê yekê navê 'Mûza Kurdan' jî li Rebes hatiye kirin."