Dermanê gelek nexweşiyan: Hingivê Colemêrgê

Li Colemêrgê, kewarên mêşên hingiv ên biharê hatine danîn, bi hingivê siriştî tijî bûne. Bi payîzê re kewarên hingiv tên valakirin.

Yek ji bajarên Kurdistanê ku bi çiya, zozan û newalên xwe naskirî ye, Colemêrg e. Colemêrg, bi şênkahî û hivgivê xwe jî navdar e. Yek ji sedemên herî mezin ên qelsbûna sektora hingiv, qedexeya derketina zozanan e. Ji ber ku mêşên hingiv bi giranî li deverên ku hewa wê paqij e û gelek celebên kulîlkan lê hene hingivê xweş û hêja hildiberînin.

Dewleta Tirk bi salan e zozanên Kurdistanê weke "Herêmên ewlekariyê yên taybet" îlan dike û ji ber vê yekê jî mirovên ku mêşên hingiv xwedî dikin nikarin derkevin zozanan. Ev jî dibe sedem ku mêş û moz nikarin bi têrkerî hingiv ihlberînin. Li gel şer, zext û qedexeyan jî hingivê Colemêrgê li cîhanê nav daye. Ji ber ku hingivekî siriştî ye, hem li Kurdistanê, hem li Tirkiyeyê, hem jî li gelek deverên din ên dinyayê tê firotin.

DERMANÊ GELEK NEXWEŞIYAN E

Hingivê Colemêrgê li çiya û newalên bi 3 hezar heta 4 hezar metreyî bilind, li nava bi sedan cûre kulîlk û giha çêdibe. Tê gotin ku ev hingiv dermanê her derdî ye û jê re "Hingivê derman" tê gotin. Bi taybetmendiya xwe ya antîoksîdan, tê gotin ku li dijî kanserê, nexweşiyên dil û reh baş e û mirovan ji gelek nexweşiyên din diparêze.

Hingivê Colemêrgê ji meha Îlonê ve li ser dezgehan tê firotin. Kîloyek ji hingvê Colemêrgê ji 50 heta 250 lîreyî ye. Aydin Tûrhan diyar kir ku her sal mehên payîzê ew tê Colemêrgê ji bo hilngiv bikire û anî ziman ku hingivê Colemêrgê hem gelekî xweş e, hem jî bi kêrhatî ye.+