Derewa krediya 50 hezar lîreyî ya li esnafan

Esnafan diyar kirin propagandaya ku AKP krediya bi 50 hezarî wê bidin esnafan li derewê qelibandin.

Serokkomar, serokwezîr, weîzrên Tirk ku tim dibêjin ew ê piştî hilweşandina Sûrê Sûrê bikin ‘navenda dilkêşiyê’ ji hêla esnafan ve li derewê hatin qelibandin. Esnaf gazinan dikin ku ew nikarin kar bikin, nikarin pereyên malên ku serhevfiroşan dikirin bidin û gotin AKP digot ew ê 50 hezar krediyê bidin esnafan lê ev jî derew e.

Piştî hilweşandina Sûrê Serokkomarê Tirk Recep. T. Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û wezîra û alîkarên serokwezîr gelek caran digotin ew ê Sûrê bikin navenda dilkêşiyê, wê deynê esnafan bigirin û 50 hezar krediyê bidin wan. Lê li gel ku salek derbas bû jî sozên xwe bi cih neanîn.

MAKYAJÊ LI DIKANAN DIKIN Û MALAN HILDIWEŞÎNIN

Muzaffer Kaya ku li Deriyê Mêrdînê esnafiyê dike dibêje hemû rayedarên hikûmetê sozan didin esnafan lê tişta ku dibe berevajî vê ye, esnaf ji ber ku nikarin kar bikin hindik mane ku dirabeyên xwe bigirin. Kaya got di nav çarçoweya bernameya ‘navenda dilkêşiyê’ de li ser kargehan maykajan dikin, derveyî dikanan bi ahşam û tenteneyan diguherin û wiha got: ‘’Hema hema ev salek û nîv e mirov nikarin biçin kolanên li biniya Kolana Gziyê. 4 tax kavil kirine. Lê dikanên li ser rêyan ‘dilkêş’ kirine. Bi heman rengî dikanên li ser Deriyê Mêrdînê jî wiha kirine. Dikana min li ser rê ye, biniya dikana min taxên Alîpaşa û Lalebey in. Ango 20 metre biniya me talan û kavilkirin didome, li ser kolanê makyajê dikin. Polîtîkayeke dirû dikin.’’

JI HEVKARAN RE RANT

Kaya got li herêma Kolana Gazî, Sûka Sîpahî, Balikçilarbaşi û Deriyê Mêrînê nêzî 2 hezar kargeh hene û makyajê li van dikin. Kaya got, ‘’eniya pêş a dikana min bi ehşapê, bi kevirên dixemilînin. Serê dikanekê çûna vê 13-18 hezar lîre ye. Lê serê dikanê bi 50 hezar lîre dane mitehitên xwe. Heke mirov dikanên Sûka Sîpahî jî hesab bike wê wiha li 2 hezar dikanî bikin. Ranta li holê hûn bihesîbînin.’’

EM SERHEVFIROŞAN DIAWIQÎNIN

Hasan Denîzhan jî ku esnafê Sûrê ye û karê cil û vexwarinan dike dibêje wan digot belkî cejnê hinekî kar bikin û ji serhevfiroşên Bursayê wan lêzimî standine û gelek mal anîne. Denîzhan wiha didome: ‘’Me bi deyn dikan tije kirin. Ne kes tê dikanê û ne jî kes mal dikire. Me got belkî îro sibe vebe lê beleheq e. Ev 2 meh in em serhevfiroşên ku me mal ji wan kiriye diawiqînin. Heke ez nikaribim van malan bifiroşim ji neçarî divê dikanê bigirim û mal vegerînim.’’

Denîzhan bi domdarî got: ‘’Dewletê got ew ê 50 hezar lîre krediyê bidin. Em çûne qeymeqamiyê û piştre me serî li benqetê dan. Memûrê dewletê kefîlan dixwaze. Her wiha dixwaze ku ti deynê me nebe û qeyda me li odeya esnafan hebe. Ne min û ne jî esnafên cîran ji vê krediyê qet sûd wernegirt. Heke 50 hezar lîre kredî dabin dane kê, min jî meraq kir. Ji sûka me ti esnafî ji vê krediyê nestandiye. Heke dabin, dane heval û hogirên xwe yên ne ji Sûrê ne.’’

ESNAFÊ SÛRÊ ŞEPIRZE BÛNE

Bayram Atkî jî dibêje krediya 50 hezar lîreyî ya hikûmetê derew e û dibêje, kartên wan ên krediyê jî ketine ber cezayê. Atlî dibêje esnafê Sûrê şepirze bûne û wiha didome: ‘Cîroya me 60 ji 100’î ketî ye. Malka esnafan xira bûye. Hûn li hêwirzeyê nenerin. Piraniya wan jî vê havînê ji bo tehtîlê hatine. Meraq dikin bê ka li Sûrê çi bûye. Weke ku werin li sîrkê binerin. Herî pir tên li kafeyekê rûdinin çay û qehweyekê vedixwin. An jî hin xelatan dikirin. 3 dikanên malbata me hebûn, me 2 girtin. Heke wiha biçe ber bi zivistanî ve em ê vê jî bigirin û neçar bimînim ku karekî dî bikim.’’