Dêra Hecê ya dîrokî jî tine bû

Li gundê Hacikaş ê navçeya Erdîş a Wanê, ji Dêra Hecê ya Ermenî tenê çend bermayî mane.

Dêra Hecê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate xerakirin, ji ber lêgerîna defînegeran bi temamî ji holê rabû.

Gundê Hacikaşê berê cihekî jiyana hevpar a Kurd û Ermeniyan bû. Sê caran ji aliyê dewleta Tirk ve hate şewitandin û valakirin. Dewleta Tirk sala 1930'î di dema Komkujiya Zîlanê de beşeke mezin a gundiyên Hacikaşê kuşt, ên mayî jî sirgûn kir. Gund piştî Komkujiya Zîlanê bi temamî hate valrkirin. Di komkujiyê de her wiha bermayî û berhemên gelên Kurd û Ermenî jî hatin hilweşandin. Yek ji van avahiyan jî Dêra Ermeniyan a dîrokî Dêra Hecê bû.

Dêra Hecê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate xerakirin, ji ber lêgerîna defînegeran bi temamî ji holê rabû. Li cihê Dêra Hacê niha tenê çend kevir û hîmê wê mane. Ev dêr weke navendeke hecê ya Ermeniyên li herêmê bû. Lê nayê zanîn bê kengî û ji aliyê kê ve hate çêkirin.

Gundiyên Hacikaşê dibêjin, "Berê Ermenî ji bo bibin hecî dihatin Hacikaşê. Ermeniyên dihatin vê derê dibûn hecî. Wê wextê navê gund Kaş bû. Ermeniyên dihatin vê derê, piştî ku serdana dêrê dikirin dibûn hecî. Ji ber vê yekê jî navê Hacikaş li gund ma. Ev berhema dîrokî bi demê re tine bû." Li gorî hinek gundiyan, ev avahiya dîrokî mabeteke 3 hezar salî ye ku ji dema Ûrartûyan maye.