‘Deniz- Yusif-Huseyin, şer di alayên me de dijî’

Komîteya Rêveber a TŞYG’ê, di şexsê rêberên THKO’yê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn înan de, ku 6’ê Gulana 1972’an de hatibûn dervekirin, ‘şehîdên şoreşê yên dinyayê’’ bi bîr anî.

TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Pêgirîbûna şehîdan ku  berdêlên herî watedar ên dîroka şoreşê û ew kêliyên ku nayên jibîkirin ên dîrokê ne û ji dîrokê qut nabin, hewcehiya pêgirîbûna bi doza şoreşê ye.’’

Daxuyaniya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi vî rengî ye:

‘’Berxwedan û pêngava şoreşgerî ya 1971’an di dîroka şoreşê ya Tirkiye- Bakurê Kurdistanê de mîladek e. Ev rabûna dîrokî di bîra civakên me de hatiye kolan û heta niha hatiye. Hevrê Deniz, Yusif û Huseyîn li girgîgeha dorgirtî ya Enqerê, li sehpayên darvekirinê Şoreşa Yekbûyî ya Gelan parastine. Bi qêrîna biratiya gelan ji bo jiyana li welatekî serbixwe, demokratîk û sosyalîst têkoşîyane. Weke yên beriya xwe û piştî xwe…Bi vê hişmendiyê Tevgera me ya Şoreşa Yekbûyî bi rengekî rast û zanistî li rayên xwe yên dîrokî xwedî derketiye û îro têkoşîna şoreşger dewr girtiye.’’

TŞYG’ê bi domdarî wiha got:

‘’Rasteqîniya ku şehîdên me wê di hemû pêvajo û qonaxa şoreşa yekbûyî de bin, wê wan bîne hêzên stratejîk ên dîroka me ya têkoşînê. A girîng ew e ku em alaya ku me ji wan dewr girtî bilindtir bikin û li birca serkeftinê biçikizînin. Li ser vê zemînê  di şexsê hevrê Deniz, Yusuf û Huseyîn de şehîdên me dijîn û şer dikin.’’