'Dengbêjî vegotina dîroka Kurdan e'

Dengbêj Naîf Munisî ku bi sedan kilamên wî hene dibêje, dengbêjî çand û dîroka Kurdan e.

Dengbêjî vegotina dîroka Kurdan e ku îro jî di nava çand û hunera Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Yek ji şopdarên vê çandê Haîf Munisî ye. Dengbêj Naîf Munisî li gundê Munisî yê navçeya Hezro ya Amedê sala 1969'an ji dayik bû. Ji 8 saliya xwe ve bi rengekî bê navber klamên dengbêjiyê dibêje. Dengbêj Naîf Munisî sala 1968'an tevî malbata xwe li Sûrê bi cih bû. Di çûkaniya xwe de tevî kalkê xwe li dîwana dengbêjan timî guh da kilaman.

'DENGBÊJÎ DÎROKA GELÊ KURD E'

Munisî diyar kir ku dengbêjî çanda gelê Kurd e û wiha dewam kir: "Bi saya dengbêjiyê Kurd hîn jî dikarin çand, huner û dîroka xwe biparêzin. Dengbêjî çanda gelê Kurd e. Em Kurd bi dengbêjiyê qala dîroka xwe dikin. Bi dengbêjiyê qala şer, çîrok, eşq û destanên xwe dikin. Dengbêjan hest û dengê Kurdan ji dîrokê ve gihandine serdema heyî. Dengbêjan wêje û dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin, bi deng û hunera xwe parastine û gihandine vê demê."

KILAMÊN HERÊMÊN SERHED, AMED Û BOTANÊ DIBÊJE

Munisî anî ziman ku kilamên dengbêjên herêmên Serhed, Amed û Botanê gelekî bandor li wî kirine û hîn zarok bû biryar daye ku bibe dengbêj. Munisî got, di nava dengbêjan de yên herî zêde bandor li wî kirine Dengbêj Salihê Beynatê, Huseyîn, Tayip Sêrtî û Şakiro ne. Munisî destnîşan kir ku dengbêjî vegotina êş, kêfxweşî, eşq, koçberî û gelek bûyerên bi vî rengî yên bi serê Kurdan ve hatiye û wiha dewam kir: "Ez ne tenê kilamên Amedê dibêjim. Kilamên herêmên Serhed, Botan û Xerzanê jî dibêjim."

'DENGBÊJÊ GEL IM'

Munisî diyar kir ku ew dengbêjê gel e û got, "Bi sedan kilamên min hene ku min bi xwe çêkiriye. Ez dengbêjê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan im. Weke hinekan ez ne stranbêjê Erdogan an jî yê dewletê me. Ez ji gel re distirêm. Gel dixwaze, ez jî distirêm. Li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û HDP'ê min bi dehan kilam amade kir. Min bi kilamên xwe hewl da bûyerên li vê herêmê qewimîne vebêjim. Ev dengê dilê min e, daxwaza gelê min e."