Dema roj li eniyê diçe ava: Rûyê jinê yê şer

Şerê jinên Kurd ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û fedakariya wan a ji bo parastina axa xwe, di lîstikeke şano de hate vegotin. Lîstik ji 12'ê Kanûnê û vir ve li Şanoya Bajêr a Stockholmê were nîşandan.

Şano li ser jiyana rojane ya jinên li eniya şer a berxwedana Kobanê ye. Li ser dikê, qala sê jinên Kurd ên sekvan tê kirin. Yek jê serê xwe di teştê de dişo, yek patatan diqeşêre, ya sêyemîn jî çeka xwe paqij dike.

Şanoger Alma Poystî jî karaktera Jûlîa ya 19-20 salî dilîze ku bêyî dudiliyê, ji bo parastina şoreşê û destketiyên gelê Kurd ê li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer dike.

Trîl Wîshman Egg-Henrîksen dibe sekvan Zelal, Johanna Lazcano jî dibe Sûzan a bi xewn û xeyala aştî û azadiyê dijî.

Lîstik wê heta 28'ê Sibatê were nîşandan. Lîstika şano ji ber pirtûka destpêkê ya şano ya rojnamevan-nivîskar Mûstafa Can a bi navê "Rengê çûyîna ava ya rojê li eniyê" hatiye amadekirin.

Can, dema ku çeteyên DAÎŞ'ê dor li Kobanê girtin çû Rojava û bi şervanên YPJ'ê re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe li rojnameya Svenska Dagbladetê weşand.