Dema mirov radikevin, mejiyê mirovan çi dike?

Ji bo hîn baştir hîn bibe, radikeve. Ya ku mejiyê mirovan di dema raketinê de dike ev e. Li gorî lêkolînek vê dawiyê, mejiyê me ji bo bîranînên me jê bibe, beşek ji bîra me paqij dike.

Di lêkolînên beriya niha de hatibû tespîtkirin, ku raneketina bi têrkerî, rîska nexweşiyên dil an jî şekir zêde dike. Li gorî lêkolîneke nû, raketineke bi têrkerî, gelek avantajên xwe hene.

Dibe sedem ku tiştên mirovan di nava rojê de dîtine û hîn bûne bên neqandin û bîranîn paqijkirin.

Li gorî vê yekê, xewa mirovan a ji 8 heta 16 saetan, proteînên jehrî yên di nava rojê de li hundirê mejiyê mirovan bi cih bûne, ji cihê xwe lê veşartine, derdixîne.

Xew, weke rewşeke gelekî tevlîhev tê dîtin. Pêwendiya xwe bi xebitîna biyolojîk heta sîstema parastina beden û sîstema hezmkirinê heye. Ji ber vê yekê, zehmet e ku mirov baş bê tespîtkirin bê mirov bi temamî ji ber kîjan sedemê radizên.

Lê belê li gorî lêkolînan, ev yek têkiliyên sînaptîk ên li mejî yên tiştên em di nava rojê de hîn bûne, xurt dike. Ev rewş, pêwîstiya bi enerjiyê zêde dike û dibe sedem ku mejî bi agahiyên nû xwe têr bike. Xew ji mejî re dibe alîkar ku xwe nû bike û agahiyên nû hezm bike. Bi vî rengî dibe alîkar, ku bi bîranînên hatine zexmkirin re, mirov xwe di roja din de zindî hîs bike.