Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Dema kereng, gulik û rêwasê

Xweza ya berhemdar bi biharê re xeml û berhemên xwe pêşkêş kir. Pincarên ku li deşt û çiyayên Kurdistanê tên komkirin, li sûkê û bazaran tên firotin.

Kereng, gulik û rêwas çend ji pincarên li herêmê ye ku vê wextê tehmê dide sifreya welatiyan.

Ev pincar jî bi giranî li Agirî, Mûş, Erzîrom û Wanê şîn dibin. Hem tehma wan xweş e, hem bi şîfa ye, hem jî erzan e. Lewma gelekî bala welatiyan dikişînin.

Ji van pincaran, Kereng hem teze tê xwarin, hem jî ji bo zivistanê tirşûyê wê tê çêkirin. Gulik jî hem teze dikare were xwarin, hem jî ji bo zivistanê dikare bê hişkirin û hilanîn. Rêwas meha Gulanê li çiyê şîn dibe. Di nava mehekê de divê bê komkirin û xwarin.

Li bazarê kîloyekî gulik bi 3 TL, ya kereng bi 5 TL, ya rêwas jî bi 15 TL ye. Ji ber ku xwezayî ye, erzan e û bi şîfa ye, welatî gelekî dikirin û dixwin.

Kullihan Avci ku li bazarê van pincaran difiroşe got, "Bi salan e vî karî dikim. Her sal bi tonan difiroşim. Ev pincar tenê li herêma me şîn dibe. Ji ber ku erzan e û ji bo tenduristiya mirovan baş e, em gelekî difiroşin. Welatî bi kîloyan dikirin, hinek jê yekser tê xwarin, hinek jî ji bo zivistanê tên hilanîn."