Dema çêrandina pez dest pê kir

Şêniyên Wan û derdora wê, ku bi biharê re karê sewalkariyê dikin, li çêrgeh û zozanan dest bi çêrandina heywanên xwe kirin.

Kurdistan bi biharê re xemilî. Bi şênkahiyê re mirovên ku heywanên wan hene, ji bo xwedîkirin û çêrandina wan berê xwe dan zozan û çêrgehan. Pezê li axuran bi meha Gulanê re ji bo çêrandinê hatin derxistin.

Hem polîtîkayên dewletê ya ku sewalkariyê ji holê radike, hem jî krîza aboriyê di dema zivistanê de gelekî zor da xwediyên heywanan ên li Wan û derdora wê.

Abdurahman Karaca ku li Wanê sewalkariyê dike, anî ziman ku bi biharê re ji bo çêrandinê wan sewalên xwe derxistine derve. Karaca diyar kir, ew mihî û berxikan bi hev re diçêrînin û got, "Îsal biharê hinekî bi derengî dest pê kir. Lewma ka û êm têra heywanên me nekir. Me jî kêm kêm didan wan. Ji ber vê yekê jî heywanên me têr nebûn. Piştî ku hewa germ bû. me heywanên xwe derxist derve. Yanî di nava krîzê de bihar bi hewara me ve hat. Em ê ji niha û pê ve heywanên xwe li derve xwedî bikin."