Dem dema Kelemê Erdîşê ye

Kelem yek ji sedan berhemên çandiniyê yên Erdîşê ye. Ji bo gelê herêmê jî çavkaniyeke girîng a debarê ye.

Kelemê Erdîşê ku meha Gulanê li navçeya Erdîş a Wanê tê çandin, ji meha Cotmehê û pê ve tê rakirin. Eger heta meha Mijdarê neyê firotin, hingî di binê berfê de dimîne û pûç dibe. Kelemê Erdîşê li Colemêrg, Îdir, Mûş, Bedlîs, Amed û gelek bajarên Tirkiyeyê tê firotin.

Kelemê Erdîşê ku bi nav û deng e, ji bo çêkirina tirşî, dolme û şorbeyê tê bikaranîn. Kelemê ku ji bo hilanînê bi têra xwe mezin bûye, li gorî mezinahiya xwe yeka wan ji 3 heta 8 lîreyî tê firotin.

Li gel polîtîkayên şaş ên AKP'ê yên li ser çandiniyê û ambargoya aborî, tevî ku bi hezaran donim erdê çandiniyê ziwa bûye, hîn jî bi hezaran kes debara xwe bi çandina keleman dikin. Kelem li gelek taxên Erdîşê tê çandin.

Alî Sas ku ji Bedlîsê hatiye Erdîşê ji bo kirîna Keleman, işaret bi zor û zehmetiya cotkaran kir. Sas got, ji ber buhayê mazotê û kirêya wesayitê ew nikarin zêde qezenç bikin û wiha pê daket: "Ji ber krızê rewşa gel û cotkaran perîşan bûye. Ji gelê Erdîşê bêhtir mirov ji Amed, Bedlîs, Sêrt, Agiriyê tên. Cotkar nema dikarin tiştekî biçînin.

Ji ber vê zemê gelo cotkar wê çawa çandiniyê bikin? Ji ber ku pere nîne, em nikarin kesî li nava zeviyan bixebitînin. Em 50 lîreyî didin xebatkaran, lê niha 50 lîre bi tiştekî nayê. Berê li her devera Erdîşê kelem dihatin çandin. Baştir û erzantir bû. Hem cotkaran hem jî gel qezenç dikir."