Debara xwe li hewşa mala xwe dike

Hîkmet Sirtlan a ji gundê Tilalo yê navçeya Sûrê ya Amedê, li hewşa mala xwe dikanek vekiriye û bi vî rengî debara xwe dike.

Gundê Tilalo bi 12 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e û nifûsa wê 2 hezar û 224 kes e. Jinên li vî gundî, tevî karên li nava malê û zeviyan, her wiha karê dikanê jî dikin. Yek ji van jinan jî Hîkmet Sirtlan a 35 salî ye. Hîkmet Sirtlan li hewşa mala xwe dikanek vekiriye û bi vî rengî hewl dide debara xwe bike.

'EM HEWL DIDIN BERSIVÊ BIDIN PÊDIVIYÊN GUNDIYAN'

Hîkmet Sirtlan diyar kir ku ew hewl didin bersivê bidin pêdiviyên gundiyan û bikin ku gundî bêyî biçin navenda bajêr karibin li nava gund tiştên dixwazin bikirin.

Sirtlan got, "Ji tupên ocaxê heta malzemeyên paqijiyê gelek berhem li dikana me hene. Li gundê me gelek jin hene ku dikan vekirine û vî karî dikin. Tevî karê dikanê, jinên li gund karê çandinî û sewalkariyê jî dikin."

'JINÊN LI GUND HER KARÎ DIKIN'

Sirtlan diyar kir ku jinên li gund ji bo karibin debara xwe bikin gelek karî dikin û got, "Jinên li gund patîk, qazaxên bi destan çêdikin û mast û dew difiroşin û hewl didin debara xwe bi vî rengî bikin. Min jî li hewşa mala xwe dikan vekiriye û debara xwe dikim."

Sirtlan got, tevî karê dikanê ew li malê jî dinere, zarokên xwe xwedî dike û wiha dewam kir: "Bêguman zehmet e ku mirov van hemû karan bi hev re bikin, lê dikare bê kirin. Ez ji karê xwe razî me. Pêşniyarê li jinan dikim ku bi karên bi vî rengî debara xwe bikin. Divê her jin karibe debara xwe bi xwe bike û çi kar hebe divê bike."