DBP’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir

DBP bi daxuyaniyeke nivîskî, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir. DBP’ê diyar kir ku li hemberî polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê, têkoşîn û pêşxistina çand û ziman jî mafekî sereke yê gelê me ye.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyeke nivîskî, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniya DBP’ê de ev tişt hate kirin:

"Li gorî rapora ÛNESCO’yê li cîhanê bi giştî 7 hezar ziman tên axaftin lê belê 3500 ziman li ber tunebûnê ne. Bi taybetî dewletên neteweperest û hegemonîk bi hişmendiya yek ziman û yek netewe nêzî zimanên dayikê yên gelan dibin û ji bo tunekirina zimanên dayikê yên gelan, polîtîkayên qirkirinê didin meşandin. 

Li Tirkiyeyê jî rewşa 18 ziman û zaravayan ber bi tunebûne ve ye. Ji avakirina Komara Tirkiyeyê hetanî niha, li hemberî gelê Kurd û zimanê gelê Kurd, hikumetên ku rêveberiya vê komarê kirine polîtîkayên qirej ên asîmîlasyon û înkarkirinê bi rê ve birine û bi van polîtîkayên qirej xwestine zimanê gelê Kurd bihelînin.

Tifaqa qirêj a hikumeta AKP û MHP’ê bi polîtîkayên qayûman, şaredarîyên gelê Kurd xesp kirin. Qayûman jî li hemberî zimanê Kurdî, xebatên şaredariyan ên pir zimanî û sazîyên zimanê Kurdî, bi hişmendiya yekzimanî naveroka şaredariyan ên çandî û ziman vala kirin.

Ziman, çand, dîrok û hebûna gelê Kurd tune tên hesibandin. Li hemberî vê hişmendiyê, saziyên me dikin hedef û dixwazin bi operasyonên qirkirinê, sazîyên demokratîk bê xebat û lawaz bimînin.

Axaftina bi zimanê dayikê li hemû qadê jiyanê mafê sereke yê gelê Kurd e. Li hemberî polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê, têkoşîn û pêşxistina çand û ziman jî mafekî sereke yê gelê me ye. 

Azadiya ziman mafekî sereke ye û hetanê em mafên xwe ê ziman bi dest bixin divê em bi biryar li hemberî hişmendiya qirker û yekperest têbikoşîn û têkoşîna xwe domdar bikin. Em di serî de ‘21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê’ li gelê Kurd û bi giştî jî li hemû gelên cihanê pîroz dikin. Divê em li hemû deveran, li hemberî polîtîkayên qirker li ber xwe bidin, di nav têkoşînê de bin û em xwedî li zimanên gelan derkevin."