YPS'ê li ser şerê li Colemêrgê daxuyanî da

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê ragihand, roja 17'ê Hezîranê endamê wan Kemal Cesûr ê ji bo wezîfeyekê diçû Colemêrgê, di şer de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya YPS'ê de hat ragihandin, di vî şerî de polîsek hatiye kuştin, 4 polîs jî birîndar bûne.

Daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) a li ser mijarê wiha ye:

"Roja 17'ê Hezîranê saet di 15:00 de, endamekî me yê YPS'ê, ji bo wezîfeyê çû navenda Colemêrgê. Dijmin bi endamê me Kemal Cesûr hesiya û li ser vê yekê şer derket. Li vê derê polîsek hate kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn. Piştî bûyerê, endamê me yê YPS'ê hevrê Kemal Cesûr şehîd bû.

Hevrê Kemal Cesûr, ji roja tevî nava refên têkoşînê bû û vir ve, bi rengekî bê tirs cihê xwe di nava têkoşînê de girt û bû milîtanekî çalak ê berxwedanê. Hevrê Kemal, bi jiyan û sekna xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt û bi hêrs û kîna xwe ya li dijî dijmin, ji bo jiyana azad a gelê xwe xwe ji ti fedakariyê venegirt. Di nava refên YPS'ê de jî, ti carî xwe ji bicihanîna erk û wezîfeyê venegirt. Windahiya hevrê Kemal ji bo hevrêyên wî windahiyeke mezin jî be, li ser bingeha hilanîna tola wî wê têkoşîn bê geşkirin û bi ser were xistin. Li ser vê bingehê, di serî de em ji malbata Yalçin a hevrêyê me yê leheng û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin, ku em ê tola wî hilînin.

Nasnameya endamê me yê şehîd bû, wiha ye:

Nasnav: Kemal Cesûr
Nav paşnav: Ararat Yalçin
Dayik: Rahîme
Bav: Haci
Dem û cihê jidayikbûnê: 8'ê Tebaxa 1996'an / Colemêrg
Dem û cihê tevlîbûna li nava refên têkoşînê: 19'ê Hezîrana 2013 / Colemêrg
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2017 / Colemêrg