Daristanên Îlamê dişewitin

Di şewata li eyaleta Îlam a Rojihlatê Kurdistanê derketî de, bi dehan hektar şewitî, bûn xwelî.

Şewata di saetên vêsibehê de li herêma navçeya Avdanan a girêdayî eyleta Îlan a Rojhilatê Kurdistanê derketî didome. Li gorî agahiyên hatin girtin, saziyên hikûmetê ji bo vemirandina şewatê neketina nava ti hewldanan, gel bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin.

Li gorî agahiyên welatiyên ji herêmê ji ANF’ê re gotin, ji ber xirabûna rê, di vemarandina şewatê de welatî zoriyan dikişîne û her ku diçe şewat li qadekî berfireh belav dibe. welatiyên ku diyarkirin ku, ji bo vemirandina şewatê hikûmet neketine nava ti hewldanan, nêzî 30 hektar şewtîne.

Di şewata 3 rojan a li navçeya Dehloran a Îlanê derketî de, bi dehan hektar şewitîn. Ji beriya niha 2 salan şewata ku li Daristana Şawîşa ya navçeya Avdanan bi hewldanên gel hatibû vemirandin.

Şewata li herêmê her ku diçe belav dibe û didome.