Dadgeha YE wê biryara PKK’ê 15’ê Mijdarê eşkere bike

Li Berlînê li Dîwana Edaletê ya Ewropa ya saziya herî bilind a Yekîtiya Ewropa ye ku di doza ji bo PKK’ê ‘YE ji rêxistinê terorî’ derbixe de parêzer Tamara Bûrûma anî ziman ku li bendê ne biryara 15’ê Mijadarê bê ragihandin.

Di beşa duyemîn a konferansê de ku li gel parlemeterên Partiya Çep a Elman, gelek hiqûqnas, siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan tevlî bûyî, bi moderatoriya parêzer Heîke Geîsweîd du parêzerên ji Hollanda û Belçîkayê hatibûn axaftin kirin. Ji parêzeran Jan Fermon û parêzerê doza PKK’ê ya ‘NY ji rêxistina terorî’ derbixe ya li Dîwana Edaleta Ewropa vekirî Tamara Bûrûma yên tevlî darezandinên dadgeha biryara “PKK ne rêxistineke terorê’ ye ku li Belçîka ye bûne, axivîn.

Fermon mafê axaftinê girt û bal kişand ser biryara dadgeha Bruksel a Mijdara 2016’an a ‘PKK ne rêxistineke ya terorê ye, tenê alîyekî yê şer ê li Tirkiyeyê ye’  û bûyerên wê demê rûdayîn hinek nirxand. Fermon anî ziman ku dadgehê wê demê li ser delîlên ber bi çav biryar daye û got: “Ji bo şer  weke şer dana pênasekirin, hinek nîtelîk hene, bikaranîna çekan, operasyon û weke rêxistinên ne dewlet, ev têgehên pir zelal in.”

 ‘BELÇÎKA NE TEROR E, ŞERÊ NAVXWEYÎ YE’

Parêzerê Belçîkî bi dewamî got, şerê di nava Tirkiye û HPG’ê de tê kirin, bi awayekî vekîr dikeve çarçoveya şer û ev nirxandin kir: “Biryardariya şer, dide nîşandan ku ev ne aksiyonek e, bi vekirî şerek dide nîşandan. Her wiha berfirehiya erdnîgarî û demê şer jî xwedî girîngî ye. HPG mîna artêşekê tevger dike, sîstema hiqûqî ya leşkerî, hiyerarşî, her çendî li gorî hiqûqa navneteweyî tevger jî bike, HPG dikare ji aliyê daraza leşkerî ve bê darezandin. Ev jî ji bo pêvajoya me ya dadgehê argûmana me ya duyemîn e.”

Fermon anî ziman ku dadgeha Belçîka biryareke di cih de daye û got: “Ji ber ku rêxistineke tevlî nava şerê navxweyî bibe, bi pênasekirina terorê ji derveyî hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber ku ew rêxistin aliyekî yê vî şerî ye. Bi vê wateyê, bûyerên li Kurdistanê rû didin û şerê ku PKK aliyeke ji bo dadgehê ne teror e, biryara şerê navxweyî daye.”

Fermon bilêv kir ku di navbera têgehên ‘Şerê navxweyî’ û ‘Terorê’ ferqên mezin hene û wiha pêde çû: “Eger şerê navxweyî be, muzakere pêk tên, lê ku terorîst be dikeve çarçoveya têkoşîn kirinê. Biryara hem li Belçîka hem jî li hiqûqa navneteweyî ,  dide nîşandan ku ev şer bi rêyên muzakere yan bi rêyên siyasî tên çareserkirin.”

Li Belçîkayê sala 2006’an doza di derbarê  36 kesan ku Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal , siyasetmedarên weke  Zuberyir Aydar û Adem Ûzûn jî nav de hatibû vekriin, piştî 11 salan bi şûnde bi encam bibû. Di doza ku 3’yê Mijdara 2016’an pêk hat de, dadgehê biryara ‘Xebatên PKK’ê ne terorî ne’ da.  Lê piştî bi salekê dewleta Tirk piştî nerazîbûna li Dozgeriya Belçîkayê û şûnde, rûniştineke din a dozê pêk hat. Dadgeha Belçîka ya Îlona 2017’an doz nirxand, bi biryara dayî carekî din anî ziman ku PKK ne rêxistineke ya terorê ye.

 ‘JI BO HER LÎSTEYA NÛ NERAZÎBÛNÊ XWE DIYAR DIKIN’

Parêzerê Hollandayî Tamara Bûrûma yê piştre mafê axaftinê girt, têkildarî doza  ji sala 2014’an û vir ve ku  li Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya dadgeha herî bilind a Yekîtiya Ewropayê ya li Lûksembûrgê ye û vir ve ji bo YE PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistina terorê’ derbixe, agahî parve kir. Bûrûma anî ziman ku li bendê ne ku 15’ê Mijdarê dadgeh biryarê bide û bal kişand ser argûmanên pêşkêşî dadgehê kirine.

Bûrûma bibîr xist ku YE her serê 6 mehan sîsteyê nû dike û ev nirxandin kir: “Her dema ku lîste tê nûkirin em nerazîbûnên xwe yên PKK li nava lîsteyê ye radigihînin, herî dawî têkildarî lîsteya 14’ê Sibatê hatibû eşkerekirin jî doz vekiribû. Ji ber ku her lîsteya tê nûkirin û sedemên nû tên diyarkirin. Nerazîbûnên me yên sereke ew e ku şer weke terorê tê pênasekirin. Her wiha ji bo rêxistinek bikeve nava lîsteya YE, divê weke terorê li nava welatên Ewropayê bê naskirin.

‘ÊRÎŞA TIRKIYEYÊ KIRÎ, HEWL DAN BIKIN KU PKK’Ê KIRIYE’

Parêzer Bûrûma anî ziman ku ‘teror’ weke rêbazeke ya tirsandina civakê tê destgirtin û got: “Lê armanceke ya PKK’ê ya wilo nîne, di hedefa wê de ti civakek nîne.” Parêzer bal kişand ser lîsteya sala 2014’an û got: “Piranî êrîşên li nava lîsteyê hatîn nîşandan leşker hatine hedefkirin. Her wiha êrîşek hebû ku ti eleqa wê bi PKK’ê re nîne hebû ku diyar bû tiliya Tirkiyeyê di vî karî de hebû û me ev bi delîl da nîşandan. Bi kinahî rewşekî ku PKK’ê weke terorîzim bide nîşandan nîne, êrîş jî tenê leşker hatine hedefkirin. Yek ji serlêdana me ew bû ku têgeha terorê di qada navneteweyî de çawa bê pênasekirin bû.”

Bûrûma biryara Dîwana Edaletê ya Ewropa ya di derbarê Pilingên Tamîlî de jî dayî bibîr xist û wiha anî ziman: “Em biryar ji bo me girîng bû, ji ber ku eger lîsteya bûyeran li holê heye, êdî divê çavkaniya vê jî hebe. Dîwana edaletê ti demê behsa diyardeyan  nekiriye. Cara yekem me behsa van diyardeyan kiriye, yanî şer çima heye, çima şer tê kirin.”

Parêzer wiha dom kir: “Ji ber ku çavkanî berpirs in, dema ku lîsteyê derdixin, êdî çavkaniya lîsteyê bikar naînin. Vê carê jî hincet PKK li Fransayê weke ‘rêxistineke ya terorê’ tê darezandin hate nîşandan. Me jî anî ziman ku PKK ne aliyê doza ku hatiye vekirine.”

 ‘YE BÊ KU LÎSTEYÊ LÊKOLÎN BIKE BI AWAYÊ OTOMATÎK NÛ DIKIN’

Bûrûma bal kişand ku Dîwana Edaletê agahiyên li ser lîsteyê pêşkêşî Konseya Ewropa dike û ev nirxandin kir: “Dema ku agahî tên dayîn û standin, dema lîste tê nûkirin konsey vê li ber çav re derbas nake. Yanî Konseya Ewropa bê ku guhertinek bike bi awayê otomatîkî weke ku hatî nûkirin lîste tê derxistin.”

Parêzer Bûrûma bibîr xist ku di serlêdanê de rizgarkirina civak Êzidî ya sala 2014’an a ji destê çeteyên DAÎŞ’ê jî weke mînak pêşkêş kirine û got: “Eger tevî van daneyên me pêşkêş kirî Dîwana Edaletê ya Ewropa serlêdanê red bike, piştgiriyê bide lîsteyê wê derbikeve holê ku rewş siyasî ye. Eger berovajî derbikeve wê bê nîşandan ku hê jî mafê têkoşînê yên mirovan maye, biryara dadgehê wê ji bo dozên din jî bibin mînak.

Beşa din a konferansê ya li salona avhiya ‘Kral-Lîebknecht-Haûs a li navenda giştî ya Partiya Çep dom dike parêzerên Elman ên siyasetmerdarê Kurd, Edîtorê berê yê WDR’ê Jûrgen Hoppe û parlementrê Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr baxivin.