Colemêrgiyan dest bi çandina Guldexwînan kirin

Guldexwîn, ji ber ku bi nezantî tên komkirin û firotin, di rewşeke metirsîdar de ye ku ji holê rabe. Colemêrgî ji bo Guldexwîn tine nebe li bexçeyên xwe diçînin.

Guldexwîn, ji ber ku bi nezantî tên komkirin û firotin, di rewşeke metirsîdar de ye ku ji holê rabe. Guldexwîn demekê li her devera Colemêrgê şîn dibû. Niha tenê li çiyê kêm şîn tê. Qaşo tê parastin, lê tê gotin ku her sal bi hezaran Guldexwîn bi rengekî veşartî ji Colemêrgê tên birin. Ev kulîlka ku li tevahiya dinyayê tenê li Colemêrgê û derdora wê şîn dibe, eger bi vî rengî bi nezantî were komkirin wê tine bibe.

Guldexwîn li ser serê çiyê şîn dibe. Di gelek çîrok û efsaneyan de navê xwe derbas dibe. Asûriyên ku berê li Colemêrgê diman, ji ber ku her sibeh dilopên avê yên paqij ên mîna rondikên çavan ji vê kulîlkê dibariyan, jê re gotin Guldexwîn. Di dema çarmixkirina Hz. Îsa de jî mirovên ku digotin, ev kulîlk bi rondikên çavên Dayika Meryem şîn bûye, jê re gotin Gul Nuxîn "Bûka digirî". Guldexwîn di heman demê de ji aliyê Xiristiyanan ve weke kulîlkeke pîroz tê dîtin.

LI HER BEXÇEYÎ HEYE

Guldexwîn ku ji bo gelê Kurd û gelên dinyayê pîroz û hêja ye, ji ber ku bi nezantî tên komkirin û firotin li ber tinebûnê ye. Gelê Colemêrgê nerazîbûnê nîşanî vê yekê dide. Şêniyên Colemêrgê xwedî li vê berhema xwezaya xwe derdikevin. Li her taxê li her bexçeyî Guldexwîn hatiye çandin.