Colemêrgî xwe ji bo zivistanê amade dikin

Gelê Colemêrgê, fêkî û zebzeyên ji bax û baxçeyên xwe kom kirine ji bo zivistanê amade dikin.

Li navenda Colemêrgê û navçeya Geverê sêv, mişmiş, hirmî, li Çelê; hijîr, tirî, tû û gwîz, li Şemzînanê gwîz, tirî û gelek fêkiyên mîna wan çêdibin. Fêkî û zebzeyên li herêma Colemêrgê çêdibin, niha tên hevdan û ji bo zivistanê tên amadekirin. Yên zêde jî yan pev tên guhertin ya jî tên firotin.

Tevî bêkarî û xizaniyê jî mirov erd û zeviyên xwe diçînin û bi vê hilberînê hewl didin debara xwe bikin. Mirovên li vê herêmê, ji bo nebin hewcedarê dewletê aboriya xwe bi xwe diafirînin. Fêkî û zebzeyên bi taybetî bi keda jinan li bax û baxçeyan tên hevdan, ji bo di zivistanê de xera nebin tên hilanîn. Ev berhemên jiyanê her wiha li gelemperiya herêmê bi taybetî li Wanê tên belavkirin.