Ciwanên Êzidî: Em ê hesab bipirsin

Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî li ser salvegera komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyek dan çapemeniyê.

DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an êrîş birin ser cih û warê pîroz ê Êzidiyan Şengalê û di encamê de bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi sed hezaran neçar man koç bikin; zedeyî 5 hezar jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Hîn jî bi sedan jin û zarok di destê DAÎŞ'ê de dîlgirtî ne. Neteweyên Yekbûyî êrîş weke 'qirkirinê' qebûl kir.

Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî li ser salvegera komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an li qiraxa Çemê Pîra Xaye ya li Çiyayê Şengalê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamê YCÊ Berzan Şengalî daxuyanî xwend û got, "Herêmên ku 3'ê Tebaxa 2014'an DAÎŞ'ê êrîş bir ser, di kontrola PDK'ê de bûn. Ji ber êrîşên DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî hatin kuştin, hatin revandini birîndar bûn û li bazaran hatin firotin.

Li ser komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxê em ê çalakiyan li dar bixin û merasîmên bîranînê pêk bînin. Em ê ji bo 3'ê Tebaxê ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, teqînên 14'ê Tebaxê yên li Girê Ezêr û Siba Şêx Xidir pêk hatin, komkujiya 15'ê Tebaxê ya li gundê Koç a ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate kirin, çalakiyan lidar bixin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê bi rûmet dikin ku li her cihî ji bo bîranîna şehîdên meha Tebaxê rabin ser piyan, van rojan şermezar bikin. Em meha Tabaxê weke meha şehîdan bi nav dikin. Weke ciwanên Êzidî em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa şehîdên xwe bin. Em ê timî ji bo mafên civaka Êzidî li ser piyan bin."