Ciwanan ji bo Festîvala Mazlûm Dogan banga tevlîbûnê kirin

Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, ji bo 20. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kirin, ku bi xurtî tevlî bibin.

Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan ev 20 sal in bi rengekî bê navber dewam dike. Her sal bi hezaran ciwanên Kurd tevlî festîvalê dibin û di pêşbaziyên sporê de têdikoşin.

Festîval wê îsal di 15'ê Tîrmehê de, li bajarê Blegny ê Belçîkayê di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de bê lidarxistin.

Tîm û sporvanên di nava meha Gulanê de li gelemperiya Ewropayê di tûrnûvayên futbolê, voleybolê û bezê de bi ser ketin, wê di festîvalê de ji bo yekemîniyê li ber xwe bidin.

Tevî pêşbaziyên sporê, bernameya çandê ya festîvalê jî bi têra xwe heye. Seyda Perînçek, Pinar Aydinlar, Nûarîn, Celovîz, ZaZlooZ (Koma Muzîkê ya Enternasyonalîst), Wascha (Koma Muzîkê ya Çep a Elman) û Koma Erbanê wê derkevin ser dikê. Komên govendê jî wê bi kinc û lîstikên xwe yên rengîn, cihê xwe di festîvalê de bigirin.

Tê payin ku lîstikvanê tîma Real Madrîdê Jûlîo Cesar jî tevlî festîvalê bibe.

Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, ji bo 20. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kirin, ku bi xurtî tevlî bibin. Ciwanên ku ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kirin, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.