Civaka ku ji aliyê jinê ve tê birêvebirin: Mosûo

Mosûo, ku yek ji gelên Tîbet-Bîrman ên li Hîmalayan e, yek ji kêm civakan e ku sîstema daykanî lê dewam dike û tevî ku zewac lê nîne, civak jiyana xwe bi rêk û pêk dike.

Gelo Mosûo li herêma çiyayî ya bi 200 kîlometreyan dûrî bajarê Lîjîang ê li başûr rojavayê Çînê dijî. Weke civaka herî dawî ya daykanî ya Çînê tê naskirin. Mosûo ku xwe weke 'Na' bi nav dikin, yek ji komên jêrîn ên Naxiyên ji hindikahiyên li Çînê ye.

Cihê Mosûoyan herêma îdarî ya Yongnîngê, ku gola bi navê Shînamî jî lê yei bi zimanê Çînê tê wateya 'Aramiya bê dawî'.

Gotina Mosûo berê ji temamiya gelê Naxî re dihate gotin. Lê niha tenê ji bo civaka daykanî ya li dora gola Shînamî dijîn tê bikaranîn. Zêra beşeke mezin a gelê Naxî yê li bajarê Lîjîang û derdora wê dijî, derbasî nava sîstema 'bavkanî' bûye û cihê jinê di nava civakê de mîna li nava civakên din qels bûye.

Lê li nava Mosûoyan, jin di jiyana civakî û malbatî de xwedî erk û wezîfeyeke diyarker e.

JIYANA ABORÎ JI ALIYÊ JINÊ VE TÊ BIRÊXISTINKIRIN

Li nava vê civakê, ku jin weke berpirsyara malbatê tê dîtin, di mijara milk û dewamkirina nîjadê mirovan de jin derdikevin pêş. Jin jiyana aborî ya malbatê bi rêxistin dike, mal û milkên heyî jî yên jinan e. Her wiha berevajî civakên din ên li ser rûyê erdê, nîjad ne li ser mêr, lê bi navê jinê dewam dike.

Ji ber ku berpirsyarî di destê jinê de ye, li nava Mosûoyan jin ji mêran bêhtir dixebitin. Jin bi giranî civakê bi rêxistin dike û mêr jî bi karên giran ên weke çandinê dibilin.

ŞÎDET BI QASÎ KU NÎNE, KÊM E

Li gorî civakên bavkanî, avantaja herî diyarker a Mosûoyan ew e ku hema bêjin bi temamî xwe ji şîdetê paqij kirine.

Ji ber ku ti berpirsyariya mêr nîne û mîna li deverên din ên cîhanê nakevin nava lêgerîna desthilatdariyê, şîdet nîne. Jin di nava civakê de xwedî hêz jî bin, vê yekê ji bo bidestxistina hê bêhtir milkiyetê bi kar nînin. Jin hêza xwe ji bo dewamî û dilxweşiya malbatê bi kar tînin. Bi saya vê yekê pêşî li şer tê girtin.

Tevî ku di roja îro de şîdet li nava wan nîne jî, li muzeyeke etnolojîk a li Çînê şervanên Mosûo hene. Tê texmînkirin ku di herikîna dîrokê de hin kabîleyên cîran ji bo zarokên Mosûo bikin kole êrîş kirine û ji ber vê yekê jî şervan ji nava vê civakê peyda bûne.

MALÊN MÊRAN ÊN MILKÊ WAN E, LÊ NÎNE

Aliyekî din ê cuda yê Mosûoyan ew e, ku malên mêran ên milkê wan e, nîne. Malên lê dijîn bi giranî yên jinên extiyar in. Hevser an jî mêrên bi jinê re dijî, tenê bi erêkirina jinê dikare li wê malê bimîne.

Mêr jî, eger jineke pê re dimîne nebe, ancax li mala malbata xwe dikare bimîne. Bêguman li wê derê jî xwediyê malê jin e.

DI MIJARA ZAROKAN DE BIRYAR A JINÊ YE

Her wiha di mijara zewacê de jî jin biryarê dide. Têkildarî zarokan jî biryar a jinê ye. Ji xwe berpirsyariyeke cidî ya mêr li ser zarok nîne û bi rengekî xwezayî erka biryarê di vê mijarê de jî bi jinê re ye.

Li nava Mosûoyan ku civakeke daykanî ye, cihêkarî di navbera zarokan de nayê kirin. Bi taybetî tê xwestin ku zarok keç be. Ji ber ku ya berpirsyariyê hilgire ser milê xwe jin e, ev yek bi taybetî tê xwestin.

JI BER KU YA DEBARÊ DIKE JIN E, KEÇ TÊ XWESTIN

Ji ber ku di dema pêş de wê debara malbatê ji aliyê jinê ve bê kirin, eger li malekê keç nebe, hingî li wê malbatê pirsgirêka debarê rû dide. Yên li zarokan dinerin jî bi giranî xal in.

Gelek etnologên li herêmê lêkolîn kirin, Mosûoyan bi giranî weke gelê 'Na' bi nav dikin. Çend sal berê li Fransayê pirtûkek hate weşandin û ji bo Mosûoyan sernavê 'Civakeke bê bav û bê hevser' hate nivîsandin.

ŞOPDARÊ GELÊ BI SERKÊŞIYA MELÎKEYÊ

Tê texmînkirin ku Mosûoyî ji qewmê Qîangan tê, ku ev jî weke pêşiyên gelek gelên Tîbet-Bîrmanê tê qebûlkirin. Li gorî vê teoriyê, Mosûoyî kevneşopiya xwe ya daynakî ji Qîangan girtiye. Di berhema bi navê 'Dîroka Xanan' de, ku dîroka civaka mezintirîn a etnîkî ya Çînê dinrixîne, tê destnîşankirin, ku li Yanyûanê ku Qîangî lê dijiyan, di sedsalên 1'ê û 2'an de jin di nava civakê de hatine onorekirin. Di vê belgeya dîrokî de ku quntarê Hîmalaya yê li başûrê eyaleta Sîchûanê ye, tê gotin ku klan ji aliyê jinan ve hatine birêvebirin û 'mirî ji aliyê jinan ve hatine şewitandin'.

Di berhemeke din a bi navê "Dîroka serdema dawî ya Tangan" de, ku li ser sedsala 10'an hatiye nivîsandin, ji bo civakeke ku branşeke Qîangan e, gotina "Qraliyeta Jinan a Rojhilat" tê bikaranîn. Tê gotin, serkêşiya vê qraliyetê jî ji aliyê jinê ve tê kirin.

JI BER KU TÊKILIYA BI CÎHANA DERVE RE QUT BÛ, PÊŞÎ LI BAVKANIYÊ HATE GIRTIN

Mosûoyî ku li herêmeke tê texmînkirin ji aliyê dîrokî ve civakên daykanî lê dijîn dimînin, heta salên 1950'î bi giranî ji cîhanê qut jiyan. Di navbera cih û warê îro yê Mosûoyan Yongnîng û bajarê Lîjîang de rêya destpêkê ya wesayitan, salên 1970'î hatibû çêkirin.

Lê belê ji ber ku têkiliya bi cîhana derve re bi derengî hate danîn, jiyana bi rêbaza rêvebirina jinê, hatiye parastin.

TEORIYA 'ZEWAC NEBE, CIVAK NIKARE BIJÎ' TEVIZANDIN

Mosûoyî, ku weke civaka dawî ya civakên bi kevneşopiya daykanî li Hîmalayan dijîn tê qebûlkirin, gelek teorî jî tevizandiye. Heta ku Mosûoyî di sedsala bihurî de bên keşfkirin, gelek civaknasan îdîa dikirin ku 'ti civak bêyî zewacê nikare bijî'. Mosûoyî ku zewac li gel wan nîne, hebûna xwe diparêzin. Ev yek bû sedem ku teoriya navborî ya civaknasan bitevize.

NEBÛNA TÊKILIYA SERDESTIYÊ, NÎŞANEYA CIVAKA MODEL E

Ev cihêrengiya têkiliyên jin û mêr û nebûna şerê desthilatdariyê, ji aliyê gelek antropologan ve weke taybetmendiya sereke ya Mosûoyan tê dîtin. Mosûoyî ji ber van hemû aliyên xwe, sala 1995'an ji aliyê Rêxistina Çand Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve weke 'civaka model' hate qebûlkirin.

Li nava Mosûoyan, ku ji aliyê hin çavdêran ve weke 'komunîzma kevn' tê binavkirin,  sîstema ku milkiyetê weke mîrate ji tevahiya malbatê re dihêle, di sedsala 17'an de bi qanûnên Çînê hatiye qedexekirin. Li şûna vê yekê, pîvanek hate pejirandin ku mîrate ji jina herî extiyar a malbatê re bimîne. Niha jî, berpirsyariya mal an jî erd, ji keça erkdar a jina herî extiyar re tê hiştin.

Serkêşa klanê jî bi giranî ji nava jinên 40 heta 60 salî ku ji wan re 'Dabû' tê gotin, tê hilbijartin. Ti îmtiyaza van jinan ji jinên din ên klanê tine ye.