Çîroka damezrandina Estîtuya Kurdî ya Stenbolê bû mijara dokûmanterê

Derhêner Kerem Tekoglû, çîroka damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku bi biryarnameyê hate girtin, bi navê "Şûr û Qelem" kir mijara dokûmanterê.

Derhêner Kerem Tekoglû (Keremo) beriya nîşandana vê dokûmanterê ji ANF'ê re axivî.

Keremo bibîr xist, ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di salên 1990'î de ku hingî zilm di asta herî bilind de bû, ava bûye û diyar kir, wî xwestiye têkoşîna komek ji rewşenbîrên Kurd a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ji nifşên nû re ragihîne.

Keremo anî ziman, ev saleke ew li ser vê projeyê dixebite û got, "Enstîtuya Kurdî, weke saziyeke ji nû ve zindîkirina zimanekî li ber tinebûnê, kar kir. Zimanê Kurdî ku bi saya çanda Dengbêjan û malbatan gihîşt roja îro, bi avabûna Enstîtuyên Zimanê Kurdî re veguherî zimanê perwerdeyê. Vê yekê ji aliyê wêjeya Kurdî ve jî rê li ber pêşketinên mezin kiriye. Li ber asîmîlasyona dewletê rabû û di nava 25 salan de bi sedan mamosteyên ziman, nivîskar, zanyarên ziman û wêjevan afirandiye. Di zimanê Kurdî de rê li ber serdemeke nû vekir. Kir ku gelê Kurd hê bêhtir xwedî li çand û zimanê xwe derkeve û bigihîne asta heyî."

Keremo anî ziman, wî çîroka Enstîtuya Kurdî bi vegotina damezrînerên hê sax in, nîşan daye û got: "Min bi Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan û Fîlîz Ûgûr re hevpeyvîn kir."

Derhêner Kerem Tekoglû bal kişand ser girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi biryarnameyê û anî ziman, ev yek tê wateya dewama polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî.

Keremo bibîr xist, zimanê Kurdî zimanekî xwedî bingeha hezaran salî ya li ser vê axê ye, lewma hewldanên bi vî rengî wê bi kêr neyên. Keremo got, "Gelê Kurd ku bi sedan caran êrîş û qirkirin lê hat kirin, zimanê xwe gihand roja îro. Lewma tinekirina zimanê Kurdî nepêkan e. Kurdî zimanekî reh berdaye nava axa Mezopotamyayê û roj bi roj şîn dibe."