Cihoka DSÎ bûye cihoka mirinê

Cihoka avdanê ya li taxa Salîhiye ya navçeya Erîş a Wanê bûye cihoka mirinê. Li cihokê heta niha bi dehan zarok mirin.

Li taxa Salîhiye ya navçeya Erdîş a Wanê, zêdeyî 100 zarokên ketin cihoka Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) xeniqîn.

Li taxa Salîhiyeyê 25 hezar mirov dijîn. Cihoka DSÎ ya li taxê bi salane dibe sedema mirina zarokan. Li cihoka ku heta niha bi dehan zarok lê mirine, ti tevdîr nehatine girtin. Welatiyan ji bo vê yekê gelek caran hewl dan, lê hemû serlêdanên wan bê encam man. Malbatên zarokên ku jiyana xwe ji dest dan û şêniyên taxê, ji bo ser cihokê bê girtin gelek caran daxwazname dan DSÎ, lê rayedar timî xwe kerr kirin. Dozên ku malbatên mexdûran li DSÎ vekir, timî bi kêrî DSÎ hatin.

CIHOKA MIRINÊ DIHERIKE

Cihoka ku bû sedema mirina bi dehan zarokî, hîn jî bi rengekî servekirî diherike. Havînê dema ku dinya germ dibe, zarok ji bo xwe hênik bikin dikevin nava cihokê. Şêniyên taxê yên ji ANF'ê re axivîn gotin, "Cihoka avdanê 60 sal in di nava taxê re derbas dibe. Her sal gelek zarok dikevin cihokê û dixeniqin. Zêdeyî sed zarok mirin. Kujerê van zarokan, dewlet bi xwe ye. Ji ber ku zarokên me li pêş çavên her kesî dimrin. Tevî ku haya dewletê ji vê heye, lê tevdîran nagire."