Cihoka Şamran a 3 hezar salî hê jî çavkaniya jiyanê ya Wanê ye

Cihoka Şamran, yek ji mînakên bêhempa yên endezyariya avê ya cîhanê ye, ku Qralê Ûrartûyan Menûa ji bo avê ji navçeya Payîzavayê bigihîne navenda bajarê Wanê beriya 3 hezar salî dabû çêkirin. Ev cihok hê jî Wanê xwedî dike.

Dewleta Tirk, heta ku jê tê hemû berhemên dîrokî yên dîrokan Kurdan ên li Kurdistanê tine dike. Yek ji çend ji berhemên ku li gel tê talankariyê heta roja îro hatiye, Cihoka Şamran e. Cihoka Şamran, yek ji berhemên girîng ên mîmariya şaristaniya Ûrartûyan e, ku heta roja îro hatiye. Ji bo tinekirina vê berhemê, gelek hewldan hatin kirin. Li gel hemû hewldanên dewleta Tirk jî, ji Cihoka Şamranê ev 3 hezar sal in av diherike û ruh dide Wanê.

BERHEMA BÊHEMPA YA ENDEZARIYA AVÊ YA CÎHANÊ

Cihoka Şamranê, ji aliyê Qralê Ûrartû Menûa ve, ji bo avê ji navçeya Payîzavayê bîne paytexta dewleta Ûrartû Tûşbayê, beriya 3 hezar salan hatiye çêkirin. Cihoka Şamran, ku yek ji berhemên bêhempa yên endezyariya avê ya cîhanê ye û bi 51 kîlometreyan dirêj e, wê jî bersivê dide pêwîstiya avdanê ya Wanê. Ava vê cihokê, ji kaniya ji binê tehtên Kalker ên li rojavayê Çiyayê Bacetê, ku li gundê Yûkari Kaymaz e, dizê. Bi rêya vê cihoka dîrokî av digihêje navenda bajarê Wanê. Li navçeya Artemêtanê ku cihok jê derbas dibe, nivîs li ser tehtan hatine nivîsandin. Cihoka Şamranê, ji ber bedewiya xwe û ji ber ku jiyan li her cihê jê derbas dibe şîn dike, bûye mijara gelek stranan. Di qeydên Ûrartû de navê vê cihokê 'Menûa' tê nivîsandin. Piştre navê cihokê dikin Şamran. Dîroknasê Ermenî Movses dibêje, navê Şamranê ji navê Qralîçeya Asûr Semîramîsê tê. Tê gotin, Qralîçe Semîramîs piştî Ûrartûyan bi 42 hezar karkeran cihokê ji nû ve çêdike.

Cihoka Şamran ku ji bo avê bigihîne navenda bajarê Wanê beriya niha bi 3 hezar salan ji aliyê Ûrartûyan ve hate çêkirin, hê jî tê bikaranîn. Cihoka Şamranê 51 kîlometreyan hemû dehl û rezên li dora xwe av dide. Her wiha ji bo gund, bajarok û navçeyên li ser rêya xw ejî dibe ava vexwarinê. Ev cihoka ku bûye jiyan û bereket ji Wanê re, her wiha derdora xwe jî dixemilîne. Her sal bi hezaran mirov serdana cihokê dikin. Cihoka Şamranê tevî bedewiya xwe ya xwezayî, ji bo gelek mirovan jî çavkaniya debarê ye. Li dora vê cihokê gelek çîftlîkên masiyan û dikan hatine vekirin. Cihoka Şamranê tevî ku 3 hezar sal di ser çêkirina wê re derbas bûye, hê mîna roja ewilî av jê diherike.

HEWLDANÊN JI BO KIŞANDINA TÛRÎSTAN, HER TIM JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN ASTENGKIRIN

Ji bo tûrîst berê xwe bidin vê herêmê, heta niha gelek hewldan hatin kirin, lê belê dewletê hemû asteng kir. Dewleta Tirk tevî vê astengiya xwe, ji bo Santraleke Hîdro Elektrîk li ser cihokê çêbike, wextekê kete nava helwdanan. Şaredariya DBP'ê ya navçeya Payîzavayê, ku niha ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, berê ji bo parastina Cihoka Şamranê û kişandina tûrîstan gelekî hewl da, lê her carê dewletê ew asteng kir.

NIVÎSÊN LI DORA CIHOKÊ QALA ŞAMRANÊ DIKIN

Li ser rêya Cihoka Şamranê 14 nivîsên li ser tehtan hene.

Di nivîsan de qala vê tê kirin: "Kurê Îşpûînî Menûsa, bi saya hêza Xwedî Haldî ev cihok vekir. Navê wê Cihoka Menûa ye. Bi saya mezinahiya Xwedê Haldî, Menûa qralê xurt, qralê mezin, qralê welatê Bîanîlî, begê bajarê Tûşpa ye. Menûa dibêje, kî vê nivîsê jê bibe, kî xera bike, kî bibîne û ji hinekan re bêje 'min ev cihok çêkiriye', bila Xwedê Haldî, Xwedê Teîşeba, Xwedê Şîvînî û hemû xwedayên din malikê lê bişewitîne, bila ji ronahiya rojê bêpar bihêlin."